NOBETA AZADIYÊ JI BO RÊBER APO DI HEFTA 738’AN DE BERDEWAM E

NOBETA AZADIYÊ JI BO RÊBER APO DI HEFTA 738’AN DE BERDEWAM E

Nobeta Azadiyê, ku ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Strasbourgê yê Fransa ji zêdetirî 14 salan ve tê lidarxistin, ket hefteya xwe ya 738’an. Nobeta ku ji Hezîrana 2012’an ve li herêma ku sazî û dezgehên Konseya Ewropayê lê ne, bê navber didome, di vê hefteyê de ji aliyê komeke ji Parîsê hatî ve hat girtin.

Sûleyman Kule, ku li ser navê koma beşdarî nobeta hefteya nû bû daxuyaniyek da, bang li hemû kesan kir ku hem pêvajoya nû û hem jî Nobeta Azadiyê xwedî bikin.

Kule diyar kir ku Rêber Apo pêvajoyeke nû dest pê kiriye û bang li ciwanên li Ewropayê, gel, malbatên şehîdan û hemû welatparêzan kir ku Nobeta Azadiyê xwedî bikin.

Kule got: “Rêberî pêvajoyeke nû dest pê kir. Divê em hem vê pêvajoyê hem jî nobeta xwe xwedî bikin” û bal kişand ser girîngiya xwedîderketina Kurd û welatparêzên li Ewropayê li ser çalakiyê.

Share this content:

Post Comment