RAMAZAN ÖCALAN HAT DEFN KIRIN
Ramazan Öcalan, birazê Rêber Apo, li goristana gundê Amara ya girêdayî navçeya Xelfetî ya Riha, piştî merasîma cenazeyê hat definkirin.
Ramazan Öcalanê 47 salî, di dema dermankirina xwe li Parîsê, paytexta Fransa, di 15ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Ramazan Öcalan, kurê Fatma Öcalan, bi balafirê ji Parîsê anî Dîlokê.
Piştre cenaze anî gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Riha û bi beşdariya gelek welatiyan hat oxirkirin û li goristanê hat definkirin.
Piştî merasîma cenazeyê, welatî serdana cihê sersaxiyê yê li gundê hat damezrandin kirin. Hat ragihandin ku sersaxî dê 3 rojan bidome.
Share this content:



Post Comment