DI NÎQAŞÊN ENTEGRASYONÊ DE YPJ WEKE HÊZEK XWESER CIH DIGIRE

DI NÎQAŞÊN ENTEGRASYONÊ DE YPJ WEKE HÊZEK XWESER CIH DIGIRE

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di daxuyaniya xwe ya derbarê pêşketinên dawî û pêvajoya nû de ragihand ku YPJ di nîqaş û nirxandinên derbarê pêvajoya entegrasyonê de wekî hêzek xweser û taybet cihê xwe digire.

Fermandariya YPJ’ê diyar kir ku wan di warê şerê li dijî terorê û parastina nirxên mirovî de xwedî dîrok û helwesteke girîng in. Her wiha, wan gelê xwe û raya giştî, bi taybetî, li ser pêşketinên dawî û pêvajoya nû agahdar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya hewldanên ji bo misogerkirina îstîqrara herêmî û avakirina pêşerojeke ewle de, nîqaş û nirxandinên derbarê pêvajoya entegrasyonê de didomin. Hate tekez kirin ku YPJ di vê pêvajoyê de wekî hêzek xweser û taybet cihê xwe digire.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser vê yekê ku YPJ tenê hêzeke leşkerî nîne, di heman demê de sembola îrade û kedê jinê ye. Ji ber vê yekê, li ser hûrguliyên beşdarbûnê û rola YPJ’ê di avahiya nû de, li ser bingeha parastina nasname, ezmûn û destkeftiyên jinan, nîqaşên berfireh didomin.

Fermandariya YPJ’ê tekez kir ku di her gavê de xeta bingehîn a wan parastina destkeftiyên gel û mafên rewa yên jinan e. Hat ragihandin ku encamên van nîqaşan dê di pêvajoya pêş de bi awayekî vekirî ji raya giştî re bêne ragihandin.

Share this content:

Post Comment