BANGA TUHAY-DER JI MÛŞÊ: GIRTIYÊN SÎYASÎ BÊNE BERDAN
Nûneratiya Mûşê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Mehkûman (TUHAY-DER), ji bo balê bikişîne ser girtiyên siyasî yên ku berdana wan hatiye paşxistin, li ber Dadgeha Mûşê çalakiya rûniştinê û daxuyaniyeke çapemeniyê pêk anî. Komeleyê bang kir ku hemû girtiyan bên berdan û ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê gavên pratîkî bên avêtin.
Nûnerê Hevserokatiya TUHAY-DER a Mûşê, Nuriye Arslantaş, di axaftina xwe de got ku tevî ku dema cezayên hin girtiyan qediya ye, ew hîn jî nayên berdan û mafên wan ên ji bo berdanê tên astengkirin. Arslantaş bang li Wezareta Dadê kir ku dawî li van kiryarên neqanûnî bîne.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê, Sümeyye Boz jî got ku tevî gotinên derbarê aştiyê de, zextên li ser girtiyên siyasî berdewam dikin. Boz destnîşan kir ku divê şert û mercên Önder Apo bên guhertin, azadiya wî bê misoger kirin û girtiyên nexweş bên berdan.
Piştî daxuyaniyên çapemeniyê, ji bo piştgiriya girtiyên siyasî çalakiyeke rûniştinê ya pênc deqeyan hate lidarxistin. Çalakî bi çepikên beşdaran bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment