DAYIKÊN AŞTIYÊ YÊN KURDISTANÊ XWESTIN KU CEZAYÊN ÎDAMÊ BÊNE RAWESTANDIN
Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê li dijî cezayên îdamê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşandin. Dayikan piştgiriya xwe ji kampanyaya “Sêşemeyan Na Ji Îdamê Re” re ragihand û ji bo rawestandina îdaman bang li partiyên Kurdistanî kirin ku yekîtiyê pêk bînin; her wiha bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku bi lez gavên pêwîst bavêje.
Di daxuyaniyê de polîtîkayên îdamkirin, zindankirin, îşkencekirin û bi zorê windakirinê yên li dijî kesên ku di şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de têdikoşin, hatin şermezarkirin. Hate tekez kirin ku li hember van kiryaran helwesteke hevpar pêwîst e.
Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê bang li partiyên Kurdistanî kirin ku ji bo pêşîlêgirtina îdamkirina ciwan û çalakvanan û eşkerekirina çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin, yekîtiyeke bilez û pratîkî ava bikin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku dengê malbatên girtiyên ku di bin xetera îdamê de ne û malbatên kesên ku di binçavkirinê de bi zorê hatine windakirin, bi rêya rêxistinên mafên mirovan û mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî bigihîje cîhanê. Her wiha bang li piştgiriya malbatên ku rastî zextên saziyên ewlehî û îstixbaratê yên Komara Îslamî ya Îranê tên, hate kirin.
Dayikên Aştiyê bang li hemû partiyên Kurdistanî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnasên navneteweyî û hemû kesên ku azadî dixwazin kirin ku bi hemû derfetên xwe bikevin nava tevgerê da ku cezayên îdamê bên rawestandin, girtiyên ku bi îdamê hatine mehkûmkirin bên berdan û çarenûsa kesên bi zorê hatine windakirin bê eşkerekirin.
Share this content:



Post Comment