DEM PARTÎ: RAPORÊN CPT’YÊ NÎŞAN DIDIN KU BINPÊKIRINÊN DI GIRTÎGEHAN DE PIRSGIRÊKEK AVAHÎ YE
Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê diyar kir ku raporên herî dawî yên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) yên li ser girtîgehên Tirkiyeyê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ne tenê bûyerên cuda ne, lê belê bûne pirsgirêkeke avahî. Partiyê derengmayîna weşandina raporan rexne kir û xwest ku raporên derbarê Girtîgeha Îmraliyê de jî bê derengî bên weşandin.
CPT’yê di 7’ê Cotmeha 2026’an de raporên serdanên xwe yên li Tirkiyeyê di Çileya 2021’an û Sibata 2024’an de pêşkêşî raya giştî kir. DEM Partî diyar kir ku weşandina raporan bi derengiyeke nêzîkî pênc salan û du sal û nîvan nayê qebûlkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku girêdana weşandina raporan bi erêkirina dewletê CPT’yê ji berpirsiyariyê rizgar nake û desthilatdarên ku weşandina wan bi salan dereng xistine jî rasterast berpirsiyar in.
BANGA WEŞANDINA RAPORÊN ÎMRALIYÊ
DEM Partî tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê wekî mînakek ji girantirîn û dirêjtirîn tecrîdên li Tirkiyeyê binav kir û pirsî ka çima raporên serdanên vê girtîgehê hîn jî nehatine weşandin. Partiyê di vê demê de ku nîqaşên aşitî û çareseriya demokratîk didomin, bang li CPT’yê kir ku raporan bê derengî weşîne û ji desthilatdaran xwest ku ji bo weşandina wan erêkirina pêwîst bidin.
DI RAPORAN DE ÎDÎAYÊN ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XIRAB
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, di raporên CPT’yê de tespîtên derbarê lêdan û muameleya xirab a li ser gelek kesan, di nav de zarok, di dema binçavkirinê de cih digirin. Hate gotin ku kes bi silê, yumruk, lêdanên lingan û copan hatine lêdan. Her wiha, bi taybetî li ser zarokan, bi amûrên elektrîkê yên veguhêz şokên elektrîkê hatine sepandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di Girtîgeha T ya Hejmar 3 a Amedê, Girtîgeha T ya Hejmar 1 a Kayseriyê û Girtîgeha S ya Antalyayê de îşkenceya bi darê li bin lingan (falaka) hatiye sepandin. Li Antalyayê, girtiyekê birînên nû yên ku bi îdîayên wî re li hev dihatin nîşanî heyetê daye. Her wiha, hate îddîakirin ku li Girtîgeha Zarokan a Stenbolê zarok hatine lêdan û li Girtîgeha Jinan a Bakirköyê, rêveberê girtîgehê û du alîkarên wî beşdarî tundiya laşî û devkî ya li dijî keçên biçûk bûne. Di heman girtîgehê de jinên girtiyê jî bi porê xwe hatine kişandin û lêdan.
Hate gotin ku girtiyên ku cezayê girtîgehê yê hetayî yê girantirîn girtiye, bi mehan û heta bi salan di tecrîda hucreyê de tên hiştin. Piraniya wan rojê 21 saet an jî zêdetir bê têkiliya mirovî di hucreyên xwe de dimînin. Li gorî DEM Partiyê, CPT’yê xwest ku ev rejîm bi tevahî ji nû ve were nirxandin û rojê herî kêm du saet têkiliya mirovî ya watedar ji girtiyan re were peyda kirin.
Qelebalixiya ZÊDE Û MERCÊN GIRTÎGEHAN
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li gorî rapora CPT’yê, hejmara girtiyan li Tirkiyeyê di Hezîrana 2024’an de gihîştiye nêzîkî 338 hezarî. Li gorî daxuyaniya 1’ê Cotmeha 2026’an a Rêveberiya Giştî ya Girtîgeh û Girtîbûnan a Wezareta Dadê, tevî ku piştî Pakêta Dadwerî ya 11’emîn gelek kes bi destûra “COVID” hatine berdan, hîn jî 434 hezar û 337 kes di girtîgehan de ne; hin bi sûcdarî hatine darizandin û hin jî di bin girtinê de ne.
DEM Partî diyar kir ku ev hejmar ji hejmara girtiyan a li gelek welatên Konseya Ewropayê pir zêdetir e. Partiyê got ku ji bo her girtiyekî 4 metre çargoşe cih nayê peydakirin û hin girtiyan neçar dimînin li erdê razên. Her wiha, dayik û pitik di mercên neguncaw de tên hiştin û girtiyên LGBTÎ+ jî bi mehan tên tecrîdkirin.
BANGA LI WEZARETÊN DADÊ Û NAVXWE
DEM Partî diyar kir ku berpirsiyariya mercên girtîgehan dikeve ser Wezareta Dadê û ev pirs jê kirin: Di saziyên ku di raporê de navên wan hatine anîn de çi tedbîrên îdarî û edlî hatine girtin? Kesên ku di îdîayên binpêkirinan de tên tawanbar kirin hîn jî di peywirên xwe de ne? Ji bo bidawîkirina tecrîdê çi gav dê bên avêtin? Girtîgehên ewlehiyeta bilind, yên bi modela Y û S kengî dê bên girtin?
Partiyê got ku berpirsiyariya binpêkirinên îdiakirî yên li cihên binçavkirinê dikeve ser Wezareta Navxwe û tekez kir ku qedexeya îşkenceyê bê şert û merc e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku xala 17’emîn a Destûra Bingehîn, xala 3’yemîn a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan û Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Li Dijî Îşkenceyê, lêkolîneke bilez, serbixwe û bi bandor li ser îdîayên îşkenceyê pêwîst dikin.
DEM Partî got ku piraniya îdîayên îşkenceyê bi biryarên ku li gorî wan doz nayên vekirin, bi derbasbûna demê ya qanûnî an jî bi cezayên sembolîk diqedin û ev yek nîşana siyaseta bêcezabûnê ye. Partiyê destnîşan kir ku hebûna îdîayên şoka elektrîkê û falakayê di raporên 2021 û 2024’an de jî encama vê bêcezabûnê ye. DEM Partiyê hişyarî da ku heya ku bêcezabûn bi dawî nebe, her rapora nû dê binpêkirinên rapora berê dubare bike.
Share this content:



Post Comment