DFG’YÊ GURBETELLÎ ERSÖZ DI 29’EMÎN SALVEGERA ŞEHADETA WÊ DE BI BÎR ANÎ
Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), di 29’emîn salvegera şehadeta Gurbetellî Ersöz de, ku di 8ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da, bi daxuyaniyekê ew bi bîr anî. Gurbetellî Ersöz yek ji kesayetiyên pêşeng ên rojnamegeriya jinên Kurd bû.
DFG’yê diyar kir ku Gurbetellî Ersöz di pêşketina rojnamegeriya jinan de li Kurdistanê û Tirkiyeyê roleke girîng lîstiye. Komeleyê got ku girtina erkê sernivîsariya giştî ji aliyê Ersöz ve nîşan da ku jin dikarin di medyayê de ne tenê wekî karmend, lê di pozîsyonên rêvebirin û biryardanê de jî cih bigirin.
Komeleyê destnîşan kir ku rojnamegerên jin ên ku piştî Ersöz mezin bûne û li ser riya wê dimeşin, rojnamegeriya jinan di qadên cuda yên medyayê de pêş xistine û mîrata wê didomînin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku rojnamegerên jin îro di gelek astên medyayê de, ji nûçegihaniyê heta edîtorkirinê û ji rêveberiya nûçeyan heta sernivîsariya giştî, berpirsiyariyan digirin ser xwe. Her wiha hate gotin ku rojnamegerên jin ên Kurd bi ajansên nûçeyan, televîzyon, rojname û medyaya dîjîtal qadên rojnamegeriya alternatîf fireh kirine.
DFG’yê diyar kir ku mîrata Gurbetellî Ersöz ji xwedîderketina jinên rojnameger li ser gotin û biryarên di qada medyayê de nayê veqetandin. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku mîrata herî girîng a Ersözê şopandina rastiyê, bihêzkirina dengê jinan û dev jê bernedana têkoşîna Çapemeniya Azad e.
Share this content:



Post Comment