DEM PARTÎ JI BO 26Ê HEZÎRANÊ BANGA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ KIR
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê bi munasebeta 26ê Hezîranê, Roja Navneteweyî ya Hevkariya bi Kesên Ku Hatine Îşkencekirin re, daxuyanîyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku îşkence sûcek li dijî mirovahiyê ye û cezasiz hiştina faîlan jî beşdarî vê sûcê ye.
Di daxuyaniya ku bi navê hevserokên komîsyonê Sevda Çelik Özbingöl û Ozturk Turkdoğan hate weşandin de, hat gotin ku 26ê Hezîranê, roja ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya Li Dijî Îşkenceyê ket meriyetê, divê bibe roja bilindkirina dengê li dijî îşkenceyê.
DEM Partiyê bîranîn kir ku Tirkiye di sala 1988’an de bû aliyê peymanê, lê îdia kir ku heta îro şert û mercên wê bi temamî nayên cîbicîkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îşkence sûcek e ku zamanaşîmê li ser tune ye û divê faîlên wê bêne hesabkirin, lê di pratîkê de siyaseta cezasiziyê berdewam dike.
Partiyê herwiha got ku guherandina qanûnê ya di çarçoveya Pakêta 12’emîn a Dadweriyê de, ku sûcên îşkenceyê ji çarçoveya “Rawestandina Daxuyandina Hukumê” derdixe, gavêk e lê bes nake ku siyaseta cezasiziyê bi dawî bike.
Di daxuyaniyê de îdia hate kirin ku li nezaretxane, qereqol û girtîgehan îdiayên îşkence û muameleya xerab hîn jî didomin. Ji bo vê yekê daxwaz hate kirin ku hemû îdia bi awayekî serbixwe û bi bandor bêne lêkolînkirin û berpirsan li ber dadgehê bêne derxistin.
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê di dawiyê de daxwaz kir ku li hember îdiayên îşkenceyê lêpirsînên bi bandor werin meşandin, navendên girtinê û girtîgehan ji bo çavdêriyên serbixwe werin vekirin, muayeneyên bijîşkî li gorî standardên navneteweyî bêne kirin û mekanîzmayên parastina mafên mirovan serbixwe bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkoşîna ji bo parastina rûmeta mirov û li dijî îşkenceyê dê bi biryardarî bidome.
Share this content:



Post Comment