KCK JI BO ORÛCA 12 ÎMAMAN Û AŞÛRÊ: LI DIJÎ KERBELAYÊN ÎRO BERXWEDANEK HUSEYNÎ PÊWÎST E
Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi munasebeta Orûca 12 Îmaman û parvekirina lokmaya Aşûrê daxuyanîyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Kerbela sembola têkoşîna ji bo edalet, wekhevî û azadiyê ye û divê li dijî zilmên îroyîn rêça berxwedana Îmam Huseyn û Zeyneb were şopandin.
Di daxuyaniyê de şehîdên Kerbelayê bi rêzdarî û spas hatin bîranîn. Herwiha ji bo kesên ku rojî digirin, dua dikin û lokmaya Aşûrê parve dikin hate xwestin ku xizmeta wan li cem Heq were qebûlkirin. Hate gotin ku Kerbela ne tenê bûyerek bawerî ye, lê sembola giştî ya têkoşîna mazlûman li dijî zaliman e.
KCK diyar kir ku rêça berxwedana Îmam Huseyn û Zeyneb mîraseke hevpar e ji bo hemû kesên ku ji bo edalet, wekhevî û biratiyê têdikoşin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên li dijî gelan, baweriyan, jinan, kedkaran û xwezayê Kerbelayên vê serdemê ne.
Komîteyê îdia kir ku li herêmê siyasetên wek înkar, zordarî, koçberkirin, darvekirin û têkbirina xwezayê hîn jî didomin. Ji bo vê yekê bang hat kirin ku bi yekîtî û berxwedan li hember van zilm û neheqiyan rawestin û mîrasa Huseyn û Zeyneb bê parastin.
Di daxuyaniyê de herwiha gazî civaka Elewiyan hate kirin ku nirxên rastî, edalet û hevgirtinê yên baweriya xwe bêtir xurt bikin. KCK Elewiyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê vexwend ku bi awayekî çalaktir beşdarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” bibin û piştgirîya xwe ya ji bo têkoşîna demokrasiyê zêde bikin.
Di dawiya peyamê de hate xwestin ku Orûca 12 Îmaman û lokmaya Aşûrê bibin sedema belavbûna aştî, biratî û hevgirtinê di nav gelan de.
Share this content:



Post Comment