BMMYK: PEYMANA PENABERAN A 75 SALÎ HÊ JÎ JI BO MÎLYONAN MIROVAN PARASTINA JIYANÊ YE
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) di salvegera 75’emîn a Peymana Penaberan a 1951’an de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev peyman hîn jî bingeha pergala navneteweyî ya parastina penaberan e. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku mafê penaberiyê were parastin û hevkariya navneteweyî were xurtkirin.
BMMYK got peymana ku di 28’ê Tîrmeha 1951’an de ji bo îmzeyê hate vekirin, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo milyonan kesên ku ji ber şer, zordestî û tundûtûjiyê welatên xwe terikandin, belgeya hukûqî ya herî girîng a navneteweyî bû û hîn jî ev rol didomîne.
Di daxuyaniyê de hate bîranîn ku heta niha 149 dewletan beşdarê Peymana 1951’an, Protokola 1967’an an jî herduyan bûne. Peyman şertên penaberiyê, mafên penaberan û berpirsiyariyên dewletan diyar dike.
BMMYK bal kişand ser prensîba “vegerandina neçarî” (non-refoulement) ku qedexe dike ku kesan bi zor vegerînin welatên ku li wir dikarin bi zordestî, êşkence an binpêkirinên giran ên mafên mirovan re rû bi rû bibin. Li gorî BMMYK ev prensîb beşek ji hukûqa adetî ya navneteweyî ye û ji bo hemû dewletan girêdayî ye.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku peyman di 75 salên dawî de bi şert û mercên nû re xwe adapte kiriye û niha jî bersivê dide pirsgirêkên wek zordestiya li ser bingeha zayendê, leşkerkirina bi zor û xetereyên ku ji tevlihevbûna guhertina avhewayê bi şer û zordestiyê re derdikevin.
BMMYK diyar kir ku di sala 2025’an de li cîhanê zêdetirî 130 pevçûnên çekdarî hatin tomar kirin û di encama wan de 41,6 mîlyon penaber ji cihê xwe hatine derxistin.
Kurumê herwiha got pergala penaberiyê ya cîhanî di bin zexta mezin de ye. Nêzîkî 70 ji sedî penaberan li welatên xwedî dahata kêm û navîn dijîn û ji her deh penaberan heft kes ji pênc salan zêdetir di surgunê de mane.
BMMYK got îdiayên ku Peymana 1951’an êdî ne guncav e rast nînin û ev peyman hîn jî bingeha sereke ya cihêkirina kesên ku hewceyê parastina navneteweyî ne û yên ku ne wisa ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku mafê penaberiyê divê di rêveberiya sînoran de were parastin û ji vegerandinên bi zor, astengkirina derbasbûna sînor û paşvevegerandinê re xemgîn in.
BMMYK herwiha diyar kir ku kêmbûna çavkaniyên darayî karûbarên ji bo penaberan têne dayîn bi awayekî giran bandor dike. Heta dawiya Hezîrana 2026’an tenê 31 ji sedî budceya hewce hatibû peydakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de BMMYK bang li civaka navneteweyî kir ku peywendiyên xwe ji bo parastina mafê penaberiyê nû bike, hevkariya navneteweyî xurt bike û ji penaberan û civakên mêvandaran re piştgiriyeke mezintir peyda bike.
Share this content:



Post Comment