LI HEWLÊR Û XELÎFANÊ DRONÊN ÎRANÊ HATIN XISTIN

LI HEWLÊR Û XELÎFANÊ DRONÊN ÎRANÊ HATIN XISTIN

Hat ragihandin ku rejîma Îranê şeva borî careke din bi dronan êrişî Herêma Kurdistanê kir. Li gorî agahiyan, gelek dronên ku ber bi Hewlêr û Xelîfanê ve diçûn, ji aliyê pergala parastina asmanî ya hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve hatin xistin.

Li Hewlêrê gelek dronên Îranê hatin hilweşandin, herwiha hate gotin ku dengê balafirên şer jî li dora bajêr bihîstin.

Di heman demê de li asmanê navçeya Soranê jî herî kêm pênc dron hatin dîtin. Herwiha hate ragihandin ku dronek li Geliyê Alanê yê girêdayî navçeya Xelîfanê ket.

Piştî ku dron ket, di cihê bûyerê de agir derket. Hat gotin ku welatiyên herêmê ji bo vemirandina agir ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Heta niha ji aliyê rayedarên fermî ve li ser zirarên canî an maddî yên ku êrişan çêkirine daxuyaniyek nehatiye weşandin.

Share this content:

Post Comment