BABACAN: PLAN HENE KU 200 ENDAMÊN RÊVEBERIYA PKK’Ê LI SILÊMANIYÊ BÊN BI CÎH KIRIN
Nivîskarê rojnameya Nefesê Nuray Babacan îdîa kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de plan heye ku nêzîkî 200 endamên rêveberiya PKK’ê li Herêma Kurdistanê, li Silêmaniyê, bên bi cîh kirin.
Babacan di gotara xwe de nivîsand ku amadekariyên pêvajoyê tenê bi rêziknameyên yasayî ne sînordar in, lê planên qonaxên paşerojê jî tên amadekirin.
Li gorî îdîayê, piştî civîn û danûstandinên ku li bakurê Sûriyê û Iraqê hatine kirin, biryar hatîye girtin ku ev 200 kes li Silêmaniyê bên bicîhkirin. Di gotarê de hat diyarkirin ku berê plan hebû ku ev kadro piştî derketina ji Qendîlê werin şandin welatên Ewropayê an welatên sêyemîn, lê ev stratejî guhertîye.
Babacan diyar kir ku guhertina planê ji bo ku ev kes ji aliyê dezgehên îstixbaratê yên derve ve neyên bikaranîn û di herêmeke kontrolkirî de bimînin hatiye kirin.
Her wiha Babacan got ku nêzîkbûna hikûmetê ya bi pêvajoyê re nirxandinên cuda derxistiye holê. Li gorî gotara wê, hin kes vê helwestê wekî encama bêbaweriyê ya ji tecrubeyên berê dibînin, lê hinên din jî wê wekî beşek ji stratejiya danûstandinê şîrove dikin.
Di dawiyê de Babacan destnîşan kir ku di nav AK Partiyê de jî nêrînên cuda hene û şert û mercên navneteweyî û peyamên siyasî yên ji raya giştî re tên dayîn di pêşveçûna vê pêvajoyê de rolek girîng dilîzin.
Share this content:



Post Comment