AGIRÊ JIYAN JI BO MÎTÎNGA AZADIYÊ GAZIYÊ BEŞDARIYÊ KIR
Di çarçoveya “Mîtîngên Azadiyê” yên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo li gelek bajaran dê pêk bîne de, amadekariyên ji bo mîtînga ku li Stenbolê dê were lidarxistin berdewam in. Koma muzîkê ya Agirê Jiyan, ku dê di mîtîngê de derkeve ser dikê, bi peyamek vîdyoyî gel vexwend ku beşdarî çalakiyê bibin.
Mîtînga Stenbolê, ku yek ji qada girîng a van çalakiyan e, dê di 28’ê Hezîranê de li Meydana Bağcılarê bê lidarxistin. Tê payîn ku di mîtîngê de daxwazên azadî, demokrasî û aşitiyê bên bilindkirin.
Di çalakiyê de tê hêvîkirin ku Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakırhan û Berdevka Partiyê Ayşegül Doğan axaftin bikin. Herwiha koma Agirê Jiyan û hunermend Tara Mamedova dê bi bernameya muzîkî li ser dikê derkevin.
Endamên Agirê Jiyan di peyama xwe de gazî gel kirin ku bi beşdarbûna mîtîngê daxwazên xwe bi hev re bilind bikin.
Share this content:



Post Comment