DI DÎTINVÊN ABD Û ÎRANÊ DE MIJARÊN GIRÎNG HATIN NÎQAŞKIRIN
Di civînên dirêj û dijwar ên ku li Swîsreyê di navbera DYA û Îranê de hatin lidarxistin û 18 saetan dom kirin de, aliyan ji bo avakirina çarçoveya peymaneke nû ya nukleerî gelek mijarên girîng nîqaş kirin. Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, her çend civîn carinan bi tengezariyê derbas bû, lê aliyan danûstandinan berdewam kirin û di hin waran de pêşketin peyda bû.
Li gorî agahiyên ku di medyayên Amerîkayî de hatine weşandin, heyeta bi serokatiya Cîgirê Serokê DYA J.D. Vance civînan wek “dijwar lê bikêrhatî” binav kir. Bernameya sereke ya danûstandinan nûkleer, cezayên aborî, ewlehiya Tengava Hurmuz û şerê Lubnanê bû.
AXAFTINÊN TRUMP NÎQAŞ ÇÊKIR
Di dema ku civîn berdewam dikir, daxuyaniyên tund ên Donald Trump li ser medyayên civakî û televîzyonan beramberî Îranê bûn sedema nîqaşan. Heyeta Îranê got ku ev gotin li dijî prensîba nekaranîna zimanê tehdîdê di dema danûstandinan de ye.
Tevî vê yekê, Îran ji maseyê ranebû û danûstandin rojê tevahî berdewam kir. Karbidestên Amerîkayî jî piştrast kirin ku Îran di pêvajoya danûstandinan de ma.
LUBNAN Û TENGAVA HURMUZÊ LI NAVENDA AJANDÊ BÛN
Li gorî çavkaniyan, yek ji mijarên herî dijwar şerê di navbera Israîl û Hizbullahê de li Lubnanê bû. Aliyan li ser vê mijarê nêrînên cuda pêşkêş kirin û li ser mekanîzmayên kêmkirina tengezariyê rawestan.
Heyeta DYA’yê her weha girîngiya vekirîbûna Tengava Hurmuzê ji bo gemiyên bazirganî yên navneteweyî xist ber çavan. Hat ragihandin ku di vê warê de hin pêşketin hatine bidestxistin.
RÊBAZA 60 ROJAN HATE PEJRANDIN
Piştî civînan, Qatar û Pakistan wek navbeynkar daxuyanî kirin ku aliyan li ser rêbaza 60 rojan ji bo gihiştina peymaneke dawî li hev kirine.
Di vê çarçoveyê de dê komîteyek bilind a siyasî û gelek komên teknîkî bên avakirin ku li ser bernameya nukleerî, cezayên aborî û mijarên din bixebitin.
GAVÊN AVAKIRINA BAWERIYÊ
Di nav peymanê de, ji bo ewlehiya derbasbûna gemiyên bazirganî li Tengava Hurmuzê, avakirina mekanîzmayeke taybet a ragihandinê tê plan kirin. Her weha ji bo kêmkirina şerê Lubnanê pêvajoyeke nû ya koordînasyonê tê amadekirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî piştî civînan got ku di dosyeya Lubnanê de pêşketin hatiye bidestxistin. Îdîayên li ser sivikkirina hin astengiyên aborî jî hê ji aliyê DYA’yê ve nehatine erêkirin.
Tê payîn ku heyetên teknîkî yên her du aliyan heta dawiya hefteyê li Swîsreyê karên xwe bidomînin.
Share this content:



Post Comment