LI DERAYÊ 3 ENDAMÊN HÊZÊN EWLEHIYÊN NAVXWEYÎ HATIN KUŞTIN

LI DERAYÊ 3 ENDAMÊN HÊZÊN EWLEHIYÊN NAVXWEYÎ HATIN KUŞTIN

Li bajarê El-Seneminê yê parêzgeha Dera ya Sûriyê, di dema operasyonê ya Hêzên Ewlehiya Navxweyî de ku li ser malekê hate kirin de şer derket. Di pevçûnê de 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî jiyana xwe ji dest dan û hin endamên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Li bajarê El-Seneminê Hêzên Ewlehiya Navxweyî operasyon li ser malekê pêk anîn. Di dema operasyonê de pevçûn derket û di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî, Mistefa Seed El Dîn, Selûm El Misalma û Nail El Sefdî, jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku di pevçûnê de hin endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.

Piştî pevçûnê li bajêr rewşeke tengezar çêbû û hêzên ewlehiyê qedexeya derketina derve ya mirovan ragihandin.

Fermandariya Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya parêzgeha Dera jî ragihand ku ji sibehê ve pevçûnên li El-Seneminê ji nêz ve dişopîne.

Share this content:

Post Comment