LI KOBANÊ DI BÛYERA GIRTÎGEHÊ DE HEJMARA ŞEHÎDAN GIHA 10 KESAN
Ji wan girtîyan ku di dema şewatê ku di 12ê Îlonê de li girtîgeha Kobanê derket de birîndar bûbûn, Mesud Hemo Reşo li nexweşxaneya li Helebê ya ku li wir tê dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Bi mirina Reşo re hejmara kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 10 kesan.
Mesud Hemo Reşo, ku di dema şewata li girtîgeha Kobanê de birîndar bû, di demên şevê de li nexweşxaneyeke li Helebê, ku li wir dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Di şewata ku di 12ê Îlonê de li girtîgehê derketibû de 9 girtî jiyana xwe ji dest dabûn û 17 girtî jî birîndar bûbûn. Bi mirina Reşo re hejmara kesên ku ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dane gihişt 10 kesan.
9 kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dabûn, di 14ê Îlonê de bi merasîmeke girseyî ya li Kobanê hatin spartin axê.
Piştî şewatê lêpirsîna li ser sedemên bûyerê destpêkirî hêj berdewam e.
Share this content:



Post Comment