DYA SÛRIYÊ JI LÎSTEYA WELATÊN PIŞTGIRIYÊ DIDIN TERORÊ DERXIST
Rêveberiya DYA Sûriyê ji lîsteya “welatên piştgiriya didin terorê” ku ji sala 1979-an ve tê de cih digirt, bi fermî derxist. Washingtonê herwiha statuya Heyeta Tahrîr Şamê (HTŞ) ya “Rêxistina Terorîst a Cîhanî ya Taybetî Hat Diyarkirin” rakir.
Wezareta Derve ya DYA, piştî ragihandina Wezareta Xezîneyê, daxuyand ku Sûriye ji lîsteya “welatên piştgiriya didin terorê” hatiye derxistin. Bi vê biryarê re, Sûriye ji sala 1979-an ve cara yekem e ku di vê lîsteyê de cih nagire.
Wezareta Xezîneyê ya DYA herwiha ragihand ku statuya HTŞ ya “Rêxistina Terorîst a Cîhanî ya Taybetî Hat Diyarkirin” (SDGT) hatiye rakirin. Ofîsa Kontrola Malên Biyanî (OFAC) ya girêdayî Wezareta Xezîneyê jî HTŞ ji Lîsteya Welatiyên Taybetî Hatine Diyarkirin û Kesên Astengkirî derxist.
Rêveberiya DYA di meha Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ji Kongreyê re niyeta xwe ya derxistina Sûriyê ji lîsteyê ragihandibû. Piştî ku Kongreyê pêvajoya lêkolînê qedand, biryar ket meriyetê.
DYA di sala 1979-an de Sûriyê xistibû lîsteya “welatên piştgiriya didin terorê”. Piştî vê biryarê, Îran, Kuba û Koreya Bakur di lîsteyê de mane.
Share this content:



Post Comment