LI WANÊ JI BO ŞEHÎDAN TAZIYE HATE DANKIRIN
Li Wanê bi pêşengiya MEBYA-DER ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê taziye hate dankirin. Di taziyê de bi sedan kes beşdar bûn û bi awayekî berdewam “Şehîd namirin” hat gotin.
Ji bo gerîlayên HPG û YJA Star ên ku şehîd bûne, li Artemêt (Edremît) a Wanê taziye hate lidarxistin. Li cihê taziyê pankartên “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Şehîd namirin” û “Şehîd roniya ye me ne” hatin daliqandin. Wêneyên şehîdan jî li cihê taziyê cih girtin.
Di taziyê de ku bi pêşengiya MEBYA-DER a Wanê hate lidarxistin, bi sedan kes beşdar bûn. Kesên ku hatin taziyê serxweşiya xwe ji malbatên şehîdan re ragihandin.
Di taziyê de gelek caran sloganên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Di merasîma bîranînê de ku bi rêzgirtinê dest pê kir, sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin.
Share this content:



Post Comment