HÊZÊN REJÎMA ÎRANÊ MALBATEKE KURD BINÇAV KIR

HÊZÊN REJÎMA ÎRANÊ MALBATEKE KURD BINÇAV KIR

Hêzên rejîma Îranê li gundekî girêdayî Dîwandereyê dayik, bav û zarokê wan ê 16 salî bêyî biryara dadgehê binçav kirin.

Li gorî rapora Torê Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) weşandî, hêzên rejîma Îranê di 14ê Tebaxa 2026an de li gundekî girêdayî Dîwandereyê êrîşî malekê kirin û sê endamên heman malbatê, Meryem Muradiyan, Sîrus Hemîdî û zarokê wan ê 16 salî Kurdîya Hemîdî, binçav kirin.

Di raporê de hat gotin ku piştî binçavkirinê endamên malbatê birin Girtîgeha Jinan a Sineyê û Girtîgeha Navendî ya Sineyê.

Kurdîya Hemîdî ya 16 salî, ku bi dayika xwe Meryem Muradiyan re li Girtîgeha Jinan a Sineyê di hucreya kesane de dihate ragirtin, piştî 4 rojan hate berdan. Lê heta niha li ser rewşa dayik û bavê wê agahî nehatiye dayîn.

Li gorî agahiyên bidestketî, Meryem Muradiyan û Sîrus Hemîdî hîn jî li girtîgehên Sineyê di hucreyên kesane de tên ragirtin. Hat ragihandin ku berpirsên girtîgehê destûr nadin girtîyan bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin û bi malbatên xwe re serdanê pêk bînin.

Heta niha rejîma Îranê li ser sedema binçavkirina malbatê an jî sûcdariyên ku li wan hatine terxankirin tu daxuyaniyek nedaye.

Share this content:

Post Comment