CENTCOM: HÊZÊN DERYAYÎ YÊN AMERÎKAYÊ LI DIJÎ 61 GEMIYÊN BER BI ÎRANÊ VE ÇALAKÎ KIRIN
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî Îranê de heta niha li hemberî 61 gemiyan hate çalakîkirin. Li gorî daxuyaniyê, hêzên deryayî yên Amerîkayê rêya 57 gemiyên bazirganî guhertiye û 4 gemî jî ji kar xistine.
Di daxuyaniya ku li ser platforma X hate weşandin de hate gotin ku operasyonên astengkirina ketin û derketina limanên Îranê berdewam in. Hêzên deryayî yên Amerîkayê gemiyên bazirganî yên ku dixwestin bigihîjin limanên Îranê rawestandine û ber bi rêyên din ve şandine.
Di daxuyaniyê de her wiha wêneyên demên ku destroyerekî Amerîkî tankerek neftê ya ku dixwest derbasî Tengava Hurmuzê bibe rawestand û paşde vegerand jî hatin paylaşkirin.
Her wiha hate bîranîn ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê piştî ku pêvajoya yekem a muzakereyan a li Pakistanê bi Îranê re encam nedaye, di 13’ê Nîsanê de dorpêça Tengava Hurmuzê dest pê kiribû.
Share this content:



Post Comment