DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ DE 13 KES JIYANA XWE JI DEST DAN

DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ LI BAŞÛRÊ LUBNANÊ DE 13 KES JIYANA XWE JI DEST DAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên roja Sêşemê li Başûrê Lubnanê de 13 kes, ku di nav wan de leşkerek, zarokek û du xebatkarên Parastina Sivîl jî hebûn, jiyana xwe ji dest dane.

Li gor agahdariyên wezaretê, di êrîşa li bajarê Nebatiyê de pênc kes hatin kuştin. Di nav wan de du xebatkarên Parastina Sivîl jî hebûn ku piştî bombardimana berê ji bo alîkariyê çûbûn cihê bûyerê.

Di êrîşeke din de li derdora Cebhitê, çar kes ku di nav wan de leşkerekî Lubnanî û welatiyekî Sûriyeyî jî hebûn, jiyana xwe ji dest dane.

Di êrîşa sêyemîn a li bajarê Bint Cebelê de jî çar sivîl, ku di nav wan de jin û zarokek hebûn, hatin kuştin.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe de got ku ev êrîş hemû norm û yasayên navneteweyî binpê kirine. Wezaretê herwiha bal kişand ser vê yekê ku ekipên rizgarkirinê yên ku ji bo alîkariya birîndaran çûbûn jî bûne armanc.

Her çend di 17’ê Nîsanê de di navbera Îsraîl û Hizbullahê de agirbest hat ragihandin jî, li ser sînorê her du aliyan şer û êrîş berdewam dike.

Di şertên agirbestê de hatibû gotin ku Îsraîl dikare li dijî “metirsiyên nêzîk” operasyonan bike.

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nassereddine di civîneke çapemeniyê de got ku ji roja destpêkirina agirbestê heta niha di êrîşên Îsraîlê de 380 kes hatine kuştin û 1 hezar û 122 kes jî birîndar bûne.

Li gor daneyên wezaretê, di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de 39 jin û 22 zarok hene.

Share this content:

Post Comment