KAMPA CÊJNÎKANÊ LI HEWLÊRÊ BI DU DRONAN HATE ARMANC KIRIN

KAMPA CÊJNÎKANÊ LI HEWLÊRÊ BI DU DRONAN HATE ARMANC KIRIN

Kampa Cêjnîkanê ya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê di şeva Çarşema 13’ê Gulanê de derengê şevê bi dronan hate armanc kirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine, di êrîşê de du dron hatine bikaranîn.

Hat gotin ku di kampê de endamên partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û malbatên wan dijîn. Piştî êrîşê li herêmê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin, lê heta niha daxuyaniyek fermî derbarê hûrguliyên bûyerê de nehatiye kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, hêj ne diyar e ka di êrîşê de windahiyên canî an jî zirarên maddî çêbûne yan na.

Share this content:

Post Comment