ÎLHAM EHMED: MAFÊ KURDAN HEYE KU LI ŞAMÊ XWEDÎ MAKAMAN BIN

ÎLHAM EHMED: MAFÊ KURDAN HEYE KU LI ŞAMÊ XWEDÎ MAKAMAN BIN

Hevseroka Ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava, Îlham Ehmed û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Xerîb Hiso, bi boneyê 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li Şamê serdana gorên mîrê dawî yê Mîrektiya Botanê Mîr Bedirxan û zanyarê zimanê Kurdî, nivîskar û diplomat Celadet Elî Bedirxan û Rewşen Bedirxan kirin.

Di dema serdanê de Îlham Ehmed daxuyaniyên girîng li ser rewşa zimanê Kurdî û pêşketinên siyasî kir. Wê got ku fermîbûna zimanê Kurdî dê Sûriyê bihêztir û dewlemendtir bike.

Ehmed diyar kir ku ji bo fermîbûna Kurdî divê têkoşîn berdewam be û got ku tevî dijberiya hin aliyên siyasî, li gorî Biryara Hejmara 13’an li hin dibistanan destûra perwerdehiya bi Kurdî hatiye dayîn.

Wê got: “Fermîbûna Kurdî dê bibe sedema dewlemendiya Sûriyê. Em Celadet Elî Bedirxan û hemû kesên ku ji bo vê zimanê têkoşîn kirine bi rêzdarî bibînin.”

Îlham Ehmed her wiha got ku hemû biryarên taybet yên ku di borî de li dijî Kurdan hatibûn girtin hatine rakirin. Li gorî wê, navên gundan û deveran dê bi Kurdî û Erebî bên nivîsandin û navên wan ên resen dê werin vegerandin.

Li ser îdîayên ku ew dikare di Wezareta Derve ya Sûriyê de cih bigire, Ehmed got ku mafê Kurdan heye ku di hemû saziyên dewletê de cih bigirin. Wê got: “Ka ez bim an kesekî din, girîng ew e ku nûnertiya Kurdan were misoger kirin.”

Di bersiva pirsa ka ew ê li Şamê bimîne û gotûbêjan bidomîne de jî got: “Em ê bibînin.”

Share this content:

Post Comment