18 ŞEHÎDÊN KU JI MINBICÊ HATIN VEGUHASTIN LI KOBANÊ HATIN VEŞARTIN

18 ŞEHÎDÊN KU JI MINBICÊ HATIN VEGUHASTIN LI KOBANÊ HATIN VEŞARTIN

Cenazeyên 18 şehîdan ku ji Goristana Şehîdan a Minbicê hatibûn veguhastin, li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê bi merasîmeke bi beşdariya gelek kesan hatin veşartin.

Berpirsiyaran diyar kirin ku Goristana Şehîdan a Minbicê di encama êrîşên komên çekdar de hatiye têkbirin û ji ber vê yekê cenazeyan hatine veguhastin bo Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê. Di nav şehîdan de endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hene ku di sala 2016’an de di şerê rizgarkirina Minbicê ji DAÎŞê û di şerên sala 2025’an de canên xwe ji dest dane.

Di merasîmê de piştî merasîma leşkerî, belgeyên şehadetê hatin xwendin û ji malbatên wan re hatin radestkirin. Paşê şehîd bi beşdariya malbatan û hevalên xwe, bi sloganan û zılgîtan hatin veşartin.

Di heman merasîmê de her weha şehadeta şervanê YPJ Xemgîn Dilbirîn (Ferîde Welo) û şervanê QSD Dilovan Bîro (Mehmûd Elî), ku di demên cuda de şehîd bûbûn, hate ragihandin.

Di merasîmê de Komandana YPJ ya Kobanê Dilbirîn Kobanê axivî û got ku şehîdan ji bo parastina gelê xwe têkoşîn kirin û girîng e ku mîrasa wan were parastin. Wê her weha destnîşan kir ku dê destkeftiyên wan bêne parastin û gelê wan dê li ser parastina nasname û axa xwe berdewam bike.

Share this content:

Post Comment