ÎRANÊ LI HEWLÊR Û ÇOMANÊ DU ÊRÎŞ LIDARXISTIN
Hat ragihandin ku Îranê şeva borî li Herêma Kurdistanê du êrîşên hewayî li du cihên cuda pêk anîn. Li gorî agahiyan, êrîş yekem li baregehek li sînorê Dêgele ya Hewlêrê û ya duyem li herêma Balekayetî ya girêdayî navçeya Çomanê hate kirin.
Li gorî agahiyên berdest, di êrîşa yekem de baregeha Partiya Demokrat a li sînorê Dêgele bi SÎHA hate armancgirtin. Di heman şevê de jî êrîşa duyem bi fûzeyan li herêma Balekayetî ya navçeya Çomanê hate lidarxistin.
Heta niha li ser windahiyên canî, birîndarbûn an zirarên maddî agahiyeke fermî nehatiye belavkirin. Lê hat ragihandin ku piştî êrîşan agir li herêmê ket û tîmên agirkujiyê piştre şewat xistin bin kontrolê.
Tevî agirbest û lihevhatina di navbera Îran û DYE de, tê gotin ku Îran hîn jî êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê û hin welatên Kendava Farsê didomîne.
Share this content:



Post Comment