YEKÎNEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ: LI EZMANA HEWLÊRÊ 8 DRONÊN BI MADDEYÊN TEQÎNANDINÊ HATIN XISTIN

YEKÎNEYA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ: LI EZMANA HEWLÊRÊ 8 DRONÊN BI MADDEYÊN TEQÎNANDINÊ HATIN XISTIN

Yekîneya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê (CTG) ragihand ku di sibehê de 8 dronên bi maddeyên teqînandinê yên ku li ezmanê Hewlêrê hatibûn tespîtkirin, ji aliyê hêzên Koalîsyonê ve hatin têkbirin. Di daxuyanîyê de hate gotin ku di van êrîşan de tu windahiya jiyanê nehatiye tomarkirin.

Li gorî daxuyaniya CTG’yê, di navbera saet 04:19 û 05:25’ê sibehê roja Înê 17’ê Tîrmeha 2026’an de, heşt dronên bi maddeyên teqînandinê li ezmanê Hewlêrê hatin dîtin û bi destwerdana hêzên Koalîsyonê hatin xistin.

Berpirsyaran diyar kirin ku êrîşan tu windahiya canî neafirandine û hêzên ewlehiyê rewşa herêmê bi domdarî dişopînin.

Di heman demê de li Silêmanî û Helebceyê jî dengên gelek teqînan hatin bihîstin. Li gorî agahiyên destpêkê, li derdora Helebceyê herî kêm pênc teqîn pêk hatin. Her çend sedema wan hîn nehatiye eşkerekirin, lê tê texmînkirin ku bi êrîşên dronan re têkildar bin.

Ji Silêmaniyê jî hat ragihandin ku li herêma Zırgwêz agir derketiye. Agahiyên destpêkê nîşan didin ku cihên ku kamp û navendên partiyên Kurdên Rojhilatê lê hene dibe ku bûbin armanc.

Li gorî çavkaniyên herêmê, dengên teqînan ji rojhilatê Silêmaniyê hatine bihîstin û tê texmînkirin ku armanc cihên partiyên Kurdên Rojhilatê bûn.

Welatiyên Silêmanî, Helebce û Şarezorê piştrast kirin ku di demên cuda de zêdetirî pênc teqînên tund bihîstine. Di herêmê de tevgera ewlehiyê û lêkolîn berdewam e.

Share this content:

Post Comment