WEZARETA DERVE YA DYEWLETÊN YEKGIRTÎ YÊN AMERÎKAYÊ HIŞYARIYEKE CÎHANÎ BELAV KIR: LI BER TENGASIYA ROJHILATA NAVÎ HAYDAR BIN
Wezareta Derve ya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi navê “Hişyariya Cîhanî” daxuyaniyek belav kir û di wê de ragihand ku zêdebûna tengasiya li Rojhilata Navîn ji bo berjewendî û welatiyên Amerîkayê li seranserê cîhanê metirsiyên ewlehiyê zêde dike. Wezaretê ji hemû welatiyên Amerîkayê yên li derveyî welat dixebitin an dijîn xwest ku hişyar bin û pêşketinên dawî bi baldarî bişopînin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku rewşa ewlehiyê li Rojhilata Navîn hîn jî lawaz e û şer dikare bi awayekî neçaverêkirî berfireh bibe. Ji ber vê yekê ji hemû welatiyên Amerîkayê yên li herêmê hene hat xwestin ku tedbîrên ewlehiyê yên herî bilind bigirin.
Wezaretê her weha hişyar kir ku ji ber ihtîmala betalkirina firînan, girtina demkî ya qada asmanî û tevlihevbûna planên rêwîtiyê, divê kes amade bin.
Ji welatiyên Amerîkayê yên li derveyî Rojhilata Navîn jî hate xwestin ku planên xwe yên rêwîtiya herêmê an derbasbûna transitê ji nû ve binirxînin û, heke pêwîst be, wan paş bixînin.
Di daxuyanîyê de her weha hate ragihandin ku di demên borî de balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê li derveyî Rojhilata Navîn jî bûne armanc. Hat diyarkirin ku Îran û komên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin dikarin li dijî berjewendî, sazî û cihên ku bi Amerîka û welatiyên wê ve girêdayî ne li seranserê cîhanê êrîşan pêk bînin.
Wezareta Derve di dawiyê de ji welatiyan xwest ku daxuyaniyên ewlehiyê yên balyozxane û konsulxaneyan û her weha agahdariyên desthilatdarên herêmî bi domdarî bişopînin û ji bo wergirtina agahdariyên lezgîn di Pergala STEP de tomarkirinê bikin.
Share this content:



Post Comment