WALÎYÊ HESEKÊ BI BERPIRSÊN NÛ HATINE DESTNÎŞANKIRIN RE LI SER XIZMETAN CIVÎYA
Walîyê Hesekê Nureddin Ahmed bi berpirsên nû yên herêmên Serêkaniyê, Qamişlo û Dêrikê, û her weha navçeyên Çilaxa û Holê civînek kir ku tê de pêşxistina xizmetên giştî û rêveberiya herêmî hate nirxandin.
Ahmed di destpêka civînê de berpirsên nû pîroz kir û ji wan re di erkên xwe de serkeftin xwest. Di civînê de li ser bihêzkirina koordînasyona navbera saziyan û baştirkirina xizmetên ku ji welatiyan re tên pêşkêşkirin hate axaftin.
Walî Nureddin Ahmed diyar kir ku berjewendiya giştî divê bingeha hemû karên rêveberiyê be. Wî bal kişand ser girîngiya ku berpirs bi awayekî çalak li meydanê bin, daxwaz û pêdiviyên gel rasterast bibihîzin û bi welatiyan re di têkiliyek domdar de bimînin.
Ahmed her weha ferman da ku hemû saziyên fermî karûbarên welatiyan bi lez û bez pêk bînin. Wî got ku hevkariya bihêz di navbera saziyan de dê çareserkirina pirsgirêkan hêsan bike û asta xizmetên giştî li herêmê bilindtir bike.
Di dawiya axaftina xwe de Ahmed bal kişand ku di serdema nû de divê prensîbên zelalbûn û berpirsiyariyê hê bêtir bihêz bibin da ku karûbarên giştî bi awayekî baştir bersivê bidin hêvî û daxwazên welatiyan.
Share this content:



Post Comment