TRUMP: BERPIRSÊN KU DIBÊJIN KURDAN ÇEK NEHATIYE DAYÎN XELET IN

TRUMP: BERPIRSÊN KU DIBÊJIN KURDAN ÇEK NEHATIYE DAYÎN XELET IN

Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump dîsa gotinên xwe yên berê dubare kir û got ku berpirsên Amerîkî yên askerî ku dibêjin çek ji Kurdan re nehatiye dayîn “xelet in”.

Trump îro dema ku ji bo serdana Çînê ji Qesra Spî derdiket, bersiva pirsên rojnamevanan da. Rojnamevanan ji Trump re gotinên wî yên duhê yên li ser “çek dayîna Kurdan” anîn bîra wî û gotin ku hin berpirsên askerî yên Amerîkî û aliyên Kurd van îdîayan red dikin.

Rojnamevanekî ji Trump re got: “Berpirsên askerî yên Amerîkî dibêjin çek ji Kurdan re nehatiye dayîn. Aliyên Kurd jî dibêjin ku wan çek nestandiye. Li ser vê yekê hûn çi dibêjin?”

Trump di bersiva xwe ya kurt de got: “Ew berpirs xelet in.”

Bi vê gotinê Trump paşde nekişiya û li ser îdîayên xwe yên berê sekinî.

Gotinên Trump dîsa nîqaşên li ser têkiliyên Dewletên Yekbûyî bi hêzên Kurd û siyaseta leşkerî ya herêmê zindî kir.

Share this content:

Post Comment