TJK-E’YÊ ÊRÎŞÊN LI HESEKÊ’YÊ YÊN LI SER SEMBOLÊN ŞOREŞA JINÊ ŞERMEZAR KIRIN

TJK-E’YÊ ÊRÎŞÊN LI HESEKÊ’YÊ YÊN LI SER SEMBOLÊN ŞOREŞA JINÊ ŞERMEZAR KIRIN

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), êrîşên li ser wêneyên şehîdên YPJ’ê û pêşengên şoreşa jinê yên li Hesekê’yê şermezar kir. TJK-E’yê bal kişand ser hêzên li pişt van êrîşan û got ku ev kiryar nîşana dijminatiya li dijî jinan û zihniyeta faşîst e.

TJK-E’yê di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku êrîşa li ser wêneyên şehîdên YPJ’ê û pêşengên şoreşa jinê li Hesekê’yê zihniyeta DAÎŞ’ê nîşan dide. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev êrîşa hovane bi awayekî eşkere nîşan dide ku dijminatiya li dijî jinan û faşîzm her du aliyên heman madalyayê ne.”

“EW DIXWAZIN NAKOKIYA DI NAVBÊNA KURD Û EREBAN DE BIFITILÎNIN”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di rojên dawî de li Giwêranê, li başûrê Hesekê’yê, êrîşên li ser saziyên Kurdî û sembolên Kurdan zêde bûne. TJK-E’yê destnîşan kir ku ev êrîş ne bi awayekî xweber pêk tên, lê provokasyonên planrêzkirî û sîstematîk in.

Tevgerê diyar kir ku bi van êrîşan dixwazin nakokî û pevçûn di navbera Kurdan û Erebên de derxînin û deriyê êrîşên nû li ser Kurdan vekin. Li gorî daxuyaniyê, armanc ew e ku îhtîmala jiyana hevpar a gelan li ser bingeha demokrasî û wekheviyê ji holê bê rakirin û pergala yekîtîxwaz a yekdestdar careke din bê avakirin.

“NIRXÊN ŞOREŞA JINÊ BI QEST TÊN HEDEF GIRTIN”

Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku hedefgirtina sembolên şoreşa jinê ne tiştekî tesadufî ye. TJK-E’yê got ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengiya jinan, DAÎŞ têk çû û gelan pergaleke demokratîk ava kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jin di qonaxa nû ya têkoşînê de jî rola xwe ya pêşengiyê didomînin, berpirsiyariyên girîng digirin ser xwe û li hemberî zihniyeta yekdestdar israr dikin ku pergaleke demokratîk bê avakirin. TJK-E’yê got sedema êrîşên li ser sembol û nirxên şoreşa jinê jî ev têkoşîn e.

BANGA TÊKOŞÎNEKE HEVBEŞ JI HÊZÊN DEMOKRATÎK RE

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê, êrîşên li ser saziyên gelê Kurd, sembol û nirxên wî yên li Hesekê û herêmên din ên Rojava wekî parçeyek ji planeke xeternak nirxand. Di daxuyaniyê de hêzên li pişt êrîşên ku bi taybetî pêşengiya jinan, rêxistinbûna wan û xweparastina wan hedef digirin, hatin şermezarkirin.

TJK-E’yê bang li hemû hêzên demokrasiyê kir, bi taybetî jî jinan, ku li hemberî êrîşên li dijî Kurdan li Rojava rawestin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca van êrîşan ji holê rakirina îhtîmala Sûriyeke demokratîk e ku tê de hemû gel xwediyê mafên wekhev bin.

Share this content:

Post Comment