PYD: OFÎSA ME HAT TÊKIRIN, SEMBOLÊN KURDAN HATIN ARMANC GIRTIN
Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku roja Sêşemê, 13’ê Cotmeha 2026’an, ofîsa partiyê ya li taxa Xiwêran a Hesekê hat talankirin û têk birin. Her wiha sembolên gelê Kurd, bi taybetî sembolên Şoreşa Jinan, hatin hedefgirtin. PYD’ê êrîş şermezar kir û banga hesabdayîna berpirsan û pêşîlêgirtina dubarebûna bûyerên bi vî rengî kir.
Meclisa Giştî ya PYD’ê li ser êrîşên li dijî wêneyên şehîdên jin û têkbirina ofîsa partiyê, li ser malpera fermî ya xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku deriyên ofîsa partiyê ya li taxa Xiwêran a Hesekê hatine şikandin, hundirê wê hatiye talankirin û sembolên gelê Kurd, bi taybetî sembolên Şoreşa Jinan, hatine hedefgirtin. PYD’ê bal kişand ser vê yekê ku ev bûyer çend roj piştî êrîşa li dijî Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temir pêk hatiye.
Di daxuyaniya partiyê de hate gotin ku êrîşa li Til Temirê, êrîşa li ser ofîsa Hesekê û bêhurmetiya li hember wêneyên şehîdên jin nîşanên planeke sîstematîk in ku armanca wê hedefgirtina jiyana hevpar e.
‘ÊRÎŞAN AŞTIYA CIVAKÎ Û AZADIYA XEBATA SIYASÎ DIXIN XETERIYÊ’
Meclisa Giştî ya PYD’ê diyar kir ku ew van êrîşan bi tundî şermezar dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryarên bi vî rengî gefê li aştiya civakî, aramiya herêmê, azadiya çalakiya siyasî û mafê rêxistinkirina gel dikin.
PYD’ê got ku ofîsa partiyê ya li taxa Xiwêran tenê navendeke siyasî nebû; di heman demê de cihê xebatên ji bo rêxistinkirina gel û xurtkirina jiyana hevpar û biratiyê di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de bû.
Partiyê diyar kir ku ev êrîş hişmendiyeke nijadperest eşkere dikin û bîra kiryarên rejîma Beis tînin ziman; rejîmek ku cudahiyan tune dihesibîne û pirrengiyê red dike.
BANGA LÊKOLÎNÊ JI ALIYÊN TÊKILDAR
Meclisa Giştî ya PYD’ê bang li aliyên têkildar kir ku berpirsiyariyên xwe yên parastina ofîsên partiyan û saziyên sivîl bi cih bînin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku li ser van êrîşan lêkolîn bê kirin, berpirs bên darizandin û pêşî li dubarebûna bûyerên bi vî rengî bê girtin.
Her wiha partiyê bang li hêzên siyasî û civakî û gelê Sûriyeyê kir ku provokasyon û nefretê red bikin, girîngiyê bidin diyalog û jiyana hevpar û ji bo parastina aştiya civakî bixebitin.
Share this content:



Post Comment