DI SALA 20’EM A KONFERANSA KURDÎ DE 20 XWASTEK JI BO AŞTÎ Û DEMOKRATÎ

DI SALA 20’EM A KONFERANSA KURDÎ DE 20 XWASTEK JI BO AŞTÎ Û DEMOKRATÎ

Konferansa Welatiyên Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê (EUTCC), ya ku li Brukselê hate lidarxistin, bi 20 xwestekan ji bo aşitî, demokrasî û xurtkirina serweriya qanûnê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi dawî bû.

Konferansa 20’emîn ji aliyê EUTCC’ê ve, bi hevkariya Koma Çepê, Kesk/Ewropayê û Yekîtiya Azad (Greens/EFA) û Hevbendiya Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D), di 14 û 15’ê Cotmehê de li Parlamentoya Ewropayê hate lidarxistin. Di daxuyaniya dawî ya konferansa navneteweyî ya salane ya bi mijara “Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd” de hate gotin ku konferans bi serkeftî hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniyê de xebatên 20 salan ên EUTCC’ê ji bo demokrasî, mafên mirovan, serweriya qanûnê, çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û paşeroja Tirkiyeyê ya li Ewropayê hatin nirxandin. Hate tekez kirin ku mîsyona vê komîsyonê, ku di sala 2004’an de ji bo şopandina pêvajoya tevlêbûna Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê bi nêzîkatiyeke rexneyî hate avakirin, îro jî girîngiya xwe diparêze.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Tirkiye hê jî li hemberî bijartineke bingehîn a demokratîk e. Pêvajoya heyî ya ku armanca wê bidawîkirina şerê çekdarî û dîtina çareseriyeke siyasî ji bo pirsgirêka Kurd e, derfeteke dîrokî pêşkêş dike. Hate destnîşan kirin ku daxuyaniya Abdullah Öcalan a Sibata 2025’an, pêşketinên piştî wê yên derbarê fesihkirina PKK’ê de û bangewaziya civaka demokratîk deriyê perspektîfeke nû vedikin.

20 XWASTEK JI BO AŞTÎ Û DEMOKRATÎ

Ji ber vê yekê, EUTCC bang li Yekîtiya Ewropayê, dewletên endam, Konseya Ewropayê û saziyên Tirkiyeyê kir ku van 20 gavên jêrîn pêk bînin:

1. Aştî bi riya diyaloga siyasî: Pêvajoya aştiyê divê li ser bingeha garantiyên demokratîk û qanûnî bidome.

2. Dawîanîna tecrîda li Îmraliyê: Divê gihîştina bêasteng a Abdullah Öcalan were misoger kirin.

3. Azadiya Abdullah Öcalan: Divê mafên bingehîn ên siyasî, qanûnî û ragihandinê yên Öcalan bê derengî bên nasîn. Beşdarbûna wî ya azad di pêvajoya aştiyê de ji bo serkeftina pêvajoyê girîngiya navendî heye.

4. Bicihanîna biryarên DMME’ê: Tirkiye divê hemû biryarên têkildar ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di nav de mafê hêviyê, bê kêmasî û bê derengî pêk bîne.

5. Derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst ên Yekîtiya Ewropayê: Ji bo xurtkirina pêvajoya aştiyê ya domdar, Yekîtiya Ewropayê divê cihê PKK’ê di lîsteya rêxistinên terorîst de ji nû ve binirxîne û rêxistinê ji lîsteyê derxe.

6. Avakirina bingeha qanûnî ya pêvajoya aştiyê: Hikûmet û parlamentoya Tirkiyeyê divê ji bo çareseriyeke siyasî ya mayînde, şertên qanûnî û destûrî yên pêwîst bê derengî ava bikin.

7. Azadkirina girtiyên siyasî: Divê hemû kesên ku ji ber çalakiyên siyasî, xebatên rojnamegeriyê an parastina mafên mirovan hatine darizandin û girtin, bên azadkirin.

8. Parastina partiyên demokratîk: Divê mafê rêxistinkirina siyasî û temsîlkirina di parlamentoyê de were garantîkirin. Divê partî bi qedexe, dozên cezayî an tedbîrên îdarî ji qada siyasî neyên derxistin.

9. Dawîanîna tayînkirina kayyuman: Şaredarên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin divê karên xwe bi azadî pêk bînin û divê tayînkirina sistematîk a kayyuman raweste.

10. Xurtkirina serweriya qanûnê: Serxwebûna dadweriyê, mafê darizandina dadperwerane, veqetandina hêzan û serxwebûna dozger û dadgehan divê ji nû ve bêne avakirin.

11. Reforma destûra bingehîn a demokratîk: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi peymaneke civakî ya nû ya demokratîk heye ku wekhevîya hemû welatiyan, pirrengiya civakê û mafên siyasî, çandî û zimanî yên hemû beşên civakê garantî bike.

12. Nasînê Kurd wek welatiyên xwedî mafên wekhev: Nasname, ziman û çanda Kurd divê bi tevahî bên nasîn û parastin. Ça­reseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd tenê li ser bingeha wekheviyê gengaz e.

13. Jin wek xwediyên pêvajoya aştiyê: Divê jin di hemû qonaxên pêvajoya aştiyê û demokratîkbûnê de bi şertên wekhev beşdar bibin. Konferansê bi taybetî rola navendî ya jinên Kurd di tevgerên demokrasî û aştiyê yên herêmê de destnîşan kir.

14. Parastina civaka sivîl û medyayê: Divê rojnameger, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl bê zexta dewletê karên xwe bidomînin.

15. Dawîanîna hebûna leşkerî ya derveyî sînor: Tirkiye divê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bi dawî bîne û bi tevahî rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire.

16. Çareseriya demokratîk ji bo Sûriyê: Yekîtiya Ewropayê divê pêvajoyeke siyasî piştgirî bike ku di pergala siyasî ya pêşerojê ya Sûriyê de pirrengî û beşdariya hemû beşên civakê nas bike û garantî bike.

17. Nasîna Kurd wek aktorên siyasî: Yekîtiya Ewropayê û dewletên wê yên endam divê di hewldanên ji bo aşitî û îstiqrara Rojhilata Navîn de Kurd û nûnerên wan ên siyasî wek aktorên rewa tevlî pêvajoyê bikin.

18. Siyaseteke nû ya Ewropayê li hemberî Tirkiyeyê: Yekîtiya Ewropayê divê berjewendiyên stratejîk ên wek koçberî, bazirganî, ewlehî û enerjiyê li pêşiya demokrasî û mafên mirovan danîne. Têkiliyên bi Tirkiyeyê re divê bi pêşketinên berbiçav di warê serweriya qanûnê, mafên mirovan û beşdariya demokratîk de bên girêdan.

19. Vekirî hiştina perspektîfa Ewropayê: EUTCC careke din piştrast kir ku piştgirî dide paşerojeke demokratîk a Tirkiyeyê di Ewropayê de. Hate gotin ku perspektîfeke bawerbar a endamtiya Yekîtiya Ewropayê ji bo reform, aşitî û demokratîkbûnê hê jî amrazeke girîng e.

20. Piştgiriya Ewropayê ji bo aşitî û demokrasiyê: Bang li Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê hate kirin ku ji bo aşitî, demokrasî û serweriya qanûnê li Tirkiye û Rojhilata Navîn piştgiriyê bidin destpêşxeriyeke navneteweyî ya berfireh.

SOZDAYÎNEKE JI BO PAŞEROJÊ

EUTCC di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera 20’emîn a avabûna xwe de tekez kir ku bawerî û biryardariya ku bingeha avakirina komîsyonê bû, îro jî girîngiya xwe diparêze.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şertên dîrokî yên îroyîn derfeteke nû pêşkêş dikin da ku şerên bi dehsalan bidomandine cihê xwe bidin pêvajoyeke aştiyê û veguherîna demokratîk. Ji bo vê yekê, li Tirkiyeyê cesareta siyasî û ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve helwesteke çalak, bawerbar û girêdayî prensîbên xwe pêwîst e.

Konferansê bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiye, Ewropa û Rojhilata Navîn kir ku vê derfeta dîrokî bi hev re binirxînin.

Di beşa dawî ya daxuyaniyê de hate gotin: “Aştî diyalogê dixwaze. Demokrasî azadiyê dixwaze.”

Share this content:

Post Comment