SURÎYE DEST BI ÛRXANDINA MATERYALÊN ÇEKÊN KÎMYAYÎ YÊN SERDEMA ESADÊ KIR

SURÎYE DEST BI ÛRXANDINA MATERYALÊN ÇEKÊN KÎMYAYÎ YÊN SERDEMA ESADÊ KIR

Rêveberiya nû ya Suriyeyê dest bi tunekirina materyalên bernameya çekên kîmyayî yên ji serdema Beşar Esadê mane kiriye. Nûnerê Daîmî yê Suriyeyê li Neteweyên Yekbûyî, Îbrahîm Olabî, di Civata Ewlekariyê ya NY de diyar kir ku ev pêvajoyeke “dîrokî” ye.

Olabî got ku ev operasyona yekemîn a tunekirinê ye ku ji hilweşandina rêveberiya Esadê û rizgarbûna ji rejîma berê ve tê meşandin. Wî destnîşan kir ku armanca rêveberiya nû ew e ku materyalên çekên kîmyayî nekevin destên kesên şaş û ewlehiya Suriyeyê û herêmê were parastin.

BERNAMEYA ÇEKÊN KÎMYAYÎ Û ÊRÎŞÊN KÎMYAYÎ

Bernameya çekên kîmyayî ya Suriyeyê di dema şerê navxweyî yê ku ji 13 salan zêdetir domiya de, yek ji mijarên herî nakok bû.

Di 21ê Tebaxa 2013an de, li herêma Ghûtaya Rojhilat a li derdora Şamê êrîşeke kîmyayî pêk hat û zêdetirî 1.400 kes jiyana xwe ji dest dan. Îstixbarata Dewletên Yekbûyî ew êrîş ji hikûmeta wê demê ya Suriyeyê re girêdida. Piştî êrîşê, Suriye di bin zexta DY û Rûsyayê de beşdarî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) bû û bi eşkerekirina stokên çekên kîmyayî, qebûl kir ku ew bên tunekirin.

Lê kontrolkerên navneteweyî di pêvajoya paşîn de gihiştin encamê ku rêveberiya Esadê hemû bernameya çekên kîmyayî eşkere nekiriye û li pêşiya lêkolînan astengî derxistiye.

OPCW jî di sala 2021an de, bi hinceta ku Suriye erkên xwe yên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî de binpê kiriye, hin mafên wê di nav rêxistinê de rawestand.

42 BOMBEYÊN KÎMYAYÎ HATIN TUNEKIRIN

Piştî ku Esad di Kanûna 2024an de ji desthilatê hat xwarê, rêveberiya nû ya Suriyeyê soz da ku di mijara tunekirina çekên kîmyayî de bi OPCW re hevkariyê bike.

Rêveberiya nû rê da ku çavdêrên OPCW li welatê bi awayekî domdar bixebitin, deverên gumanbar kontrol bikin, stokên heyî ewle bikin û li ser êrîşên kîmyayî yên berê agahiyan berhev bikin.

Izumi Nakamitsu, berpirsê payebilind ê NY yê karûbarên bêçekbûnê, ragihand ku tîmên OPCW meha borî tunekirina bêveger a 42 bombeyên hewayî piştrast kirine.

Nakamitsu got ku ev ji sala 2014an ve cara yekem e ku tunekirina cebilxaneyên kîmyayî yên Suriyeyê ji aliyê OPCW ve hatiye piştrastkirin.

DY bang li rêveberiya nû ya Suriyeyê kir ku hevkariya xwe bi OPCW re bidomîne. Çîn û Rûsya jî pêşketina di warê tunekirina çekên kîmyayî de bi xêrhatî pêşwazî kirin.

Serokê berê yê Suriyeyê Beşar Esad jî di Kanûna 2024an de, berî ku Şam bikeve bin kontrola hêzên nû, welat terikand û çû Moskovayê.

Share this content:

Post Comment