SEROKÊ BERÊ YÊ ÎSTÎXBARATA BAASÊ LI HEWLÊRÊ MIR
Tahir Celîl Habuş, serokê berê yê Îstîxbarata rejîma Baasê ya Iraqê, li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku sedema mirinê krîza dil e.
Ev agahî ji aliyê subayê berê yê Baasê Salim el-Cumeylî ve li ser torên civakî hate ragihandin. Di peyamê de hat gotin ku li Mizgefta Celîl Xeyatê li Hewlêrê ji bo wî taziye tê girtin.
Habuş ku di sala 1950’an de li Tikrîtê hatîye dinê, ji kesên nêzîkî Saddam Huseyn bû. Wî di Enfalê, êrîşên li dijî Barzanîyan û sûcên li dijî aktorên siyasî yên Kurdan de rola girîng lîst.
Piştî hilweşîna rejîma Baasê, Amerîka ji bo kesên ku cihê wî bidin xuyan kirin xelatek danîbû.
Share this content:



Post Comment