SEROKÊ BAE’YÊ AL NAHYAN JI BO NEÇÎRVAN BARZANÎ TELEFONA PIŞTGIRIYÊ KIR

SEROKÊ BAE’YÊ AL NAHYAN JI BO NEÇÎRVAN BARZANÎ TELEFONA PIŞTGIRIYÊ KIR

Serokê Dewleta Emîrtiyên Erebî yên Yekbûyî Mohammed bin Zayed Al Nahyan bi serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî re telefonî axivî û êrîşa dronê ya li ser mala wî li Duhokê bi gotinên tund şermezar kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di şeva Şemiyê 28’ê Adarê de ku ev peywendî pêk hat, Al Nahyan êrîşa ku mala taybet a Barzanî li bajarê Duhokê hedef girtibû wekî “çalakiya terorîstî” binav kir.

“Em li gel Herêma Kurdistanê ne”

Di vê peywendiyê de Al Nahyan bal kişand ser ku dewleta wî girîngiyeke mezin dide ewlehiya û îstîqrarê li Iraqê û Herêma Kurdistanê, û got ku piştgiriya wan di vê demê dijwar de jî dê berdewam bike. Serokê BAE’ê di heman demê de got ku ev êrîş hewldanek e ku îstîqrarê li herêmê bixe xeterê.

Serok Neçîrvan Barzanî jî ji bo piştgiriya siyasî û mirovahî ya ku BAE ji Iraqê û Herêma Kurdistanê re dide, spasiyên xwe ji Al Nahyan re pêşkêş kir.

Pêşketinên herêmî hatin nirxandin

Di gotûbêja telefonê de her du serokan her weha li ser pêşketinên dawî yên herêmê û bandorên şerên ku berdewam in, axivîn. Wan ragihand ku ji bo dawîkirina alozî û avakirina aşitî û îstîqrarê divê hewldanên dîplomatîk zêde bibin.

Daxuyaniya fermî ya Wezareta Derve ya BAE

Di aliyekî din de Wezareta Derve ya BAE jî li ser vê bûyerê daxuyaniyek fermî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşa li ser mala Neçîrvan Barzanî bi gotinên herî tund tê şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de her weha hat diyarkirin ku BAE bi Barzanî û malbata wî re û her weha bi hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di yekdengiyê de ye.

Daxuyanî di dawiyê de diyar kir ku her cûre çalakiyên tundûtûjî yên ku ewlehî û îstîqrarê dixwazin xera bikin bi tevahî têne redkirin.

Rojê berê mala Serok Neçîrvan Barzanî li Duhokê bi dronan ji aliyê komên çekdar ên neqanûnî ve hate hedef girtin. Di êrîşê de kesek jî jiyana xwe winda nekir, lê bûyer li Erbilê û Bagdadê û di nav civaka navneteweyî de bertekên mezin çêkir.

Share this content:

Post Comment