SEROK BARZANÎ: ÇEKA PEŞMERGEYÊ SEMBOLA MÛCADELE, FEDAKARÎ Û RÛMETÊ YE
Serok Mesûd Barzanî li hember gotin û nîqaşên ku di van rojên dawî de li ser çekên hêzên Peşmergeyê tên kirin, daxuyaniyek da û got ku çeka Peşmergeyê tenê amûrek leşkerî nîne.
Barzanî di hesabê xwe yê ser platforma X de got ku hin aliyên siyasî bi sedema pêşveçûnên heyî li ser çeka Peşmergeyê şîrove dikin. Wî bal kişand ser wê yekê ku Peşmerge encama salan şer û têkoşîna gelê Kurdistanê ye.
Barzanî diyar kir ku Peşmerge bi xwîn, xebat û fedakariyên gelê Kurdistanê ava bûye û got ku ev hêz li ser bingeha bedelên mezin ên gelê Kurd hatiye avakirin.
Wî got ku çeka Peşmergeyê ne tenê alavekî şer e, lê di heman demê de dîrok, fedakarî, rûmet û baweriyê temsîl dike.
Li gorî Barzanî, çeka Peşmergeyê sembola girêdana gel bi welat, ax û nirxên xwe ye û bi têkoşîna neteweyî ya gelê Kurdistanê re bûye yek.
Di daxuyaniya xwe de Barzanî herwiha girîngiya parastina van nirxan anî ziman û got ku parastina mîrata Peşmergeyê di heman demê de parastina mîrata dîrokî ya gelê Kurdistanê ye.
Share this content:



Post Comment