SÊRÊDAYA NISÊBÎNÊ DI ROJA DUYEM DE YE
Sêrêdana ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku şehîd bûne li Nisêbînê hatibû vekirin, di roja duyem de bi beşdariya girseyî berdewam dike.
Sêrêdan bi pêşengiya MEBYA-DERê li Qada Bazarê ya Girtî, li kêleka Mala Sêrêdanê ya Şükrü Akay, li goristana Hacılar, tê domandin.
Li qada sêrêdanê wêneyên gerîlayên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û postera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan cih digirin. Her wiha pankartên bi nivîsên “Şehîd ronîya rîya me ne”, “Têkoşîna we rîya me ronî dike” û “Her şehîdek felsefeyek” hatine daliqandin.
Ciwan, jin û gelek welatî bi sloganên “Şehîd namirin” bi awayekî girseyî beşdarî sêrêdanê bûn.
Share this content:



Post Comment