JI PYDÊ PEYAMA SERXWEŞIYÊ JI BO GERÎLAYÊN HPG Û YJA STAR
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo gerîlayên HPG û YJA Star ên ku di dem û deverên cuda de şehîd bûne, peyameke serxweşiyê weşand.
Di daxuyaniyê de ji malbat, xizm û hevalên têkoşînê yên şehîdan re serxweşî hat xwestin û hate diyarkirin ku nirxên ku şehîdan ji bo wan têkoşiyan dê bêne jiyandin.
PYDê destnîşan kir ku şehîd bi îrade û fedakariya xwe ruhê Kurdî, azadî, demokrasî û rûmetê temsîl kirine û van nirxan nikarin bi sînorên erdnîgarî bêne sînorkirin.
PYDê di daxuyaniyê de soz da ku dê têkoşîna ji bo pêkanîna armanc û nirxên şehîdan bidomîne û got: “Fedakariyên wan dê di têkoşîna me ya ji bo aşitî, azadî û demokrasiyê de mîras û berpirsiyariyek bin.”
Di daxuyaniyê de hate bangkirin ku mafên gelê Kurd û mafên hemû gel û civakan di çarçoveya destûreke demokratîk a ku mafên wan misoger dike, bêne nasîn û pêk bêne.
PYDê di dawiyê de ji malbat û xizmên şehîdan re serxweşî û sebr xwest.
Share this content:



Post Comment