SERDANA MAZLUM ABDÎ Û ÎLHAM EHMED JI BO ŞEHÎDTIYA ŞEHÎD DELÎL SAROXAN

SERDANA MAZLUM ABDÎ Û ÎLHAM EHMED JI BO ŞEHÎDTIYA ŞEHÎD DELÎL SAROXAN

Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlum Abdî û Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Serdana Şehîdtiya Şehîd Delîl Saroxan kirin û bi malbatên şehîdan re civiya.

Di serdanê de Mazlum Abdî û Îlham Ehmed ji malbatên şehîdan re serxweşiya xwe pêşkêş kirin.

Îlham Ehmed di axaftina xwe de got ku di demeke kurt de li herêmê guhertinên girîng pêk hatine û qonaxeke nû dest pê kiriye.

Ehmed diyar kir ku dijwariyên qonaxa nû ji dijwariyên şer mezintir in û got: “Şer ji siyaseta hêsantir e.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku qonaxa nû qonaxa avakirina dadmendî, aşitî û demokrasiyê ye û got ku pêşeroja nêzîk ji bo gelên herêmê hêvîdar e.

Ehmed got: “Rojên pêş dê xweştir bin. Xewn û hêviyên şehîdên ku canê xwe ji bo vê welatê dane dê pêk werin.”

Share this content:

Post Comment