ŞEHÎDÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI MAXMÛRÊ HATIN BÎRANÎN
Li Kampê Penaberan Şehîd Rûstem Cudî (Maxmûr) ji bo 24 şehîdên Azadiya Kurdistanê yên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di merasîmê de hat diyarkirin ku mîrasa têkoşîna şehîdan dê were parastin û têkoşîn dê were bilindkirin.
Di merasîma ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Kampê Penaberan Şehîd Rûstem Cudî (Maxmûr) hat lidarxistin de, Avesta Fîraz Herekol, Îsmaîl, Ronahî Bilikî, Botan Çiyayî, Zerîn Şoreş, Têkoşer Mehmed, Rojbîn Asya, Çekdar Cudî, Elî Çîçek, Bêrîtan Ruken, Hacer Hîlal, Çiya Vîetnam Cudî, Mizgîn Tetwan, Birûsk Amed, Çekdar Melek, Tekîn Hemzo Harûn, Rojhat, Evîn Feraşîn, Aras Piling Goyî, Rojda Fîkret, Qehreman Botan, Zinar Osyan û Andok Cîhan hatin bîranîn.
Piştî ku nav û nasnameya şehîdan hatin xwendin, Hevserokê Meclisa Gel a Maxmûrê Bedran Pîranî axivî. Pîranî diyar kir ku şehîdan ji bo azadiyê bedelên mezin dane û got ku şehîdan di gihiştina nasîna gelê Kurd ji aliyê civakên cuda ve û di îfadekirina xwe de roleke girîng lîstine.
Pîranî got: “Ji bo ku em bikaribin li ser axa xwe bi azadî bijîn, me neçar ma ku bedelên mezin bidin. Bedela azadiyê jî pir giran e. Hevalên ku em îro li vir bîr tînin, li cih û demên cuda şehîd bûn û şopa xwe li dîrokê hiştin. Hemû zarokên vî gelî ne. Îro em dibînin ku van şehîdên leheng, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û li seranserê cîhanê, dengê xwe gihandine. Cîhan îro gelêk nas dike ku berê hebûna wî jî qebûl nedikir. Êdî kes nikare gelê Kurd înkar bike. Îro ger em tên nasîn û dikarin xwe bi azadî îfade bikin, ev bi saya van şehîdên leheng e.”
Di axaftinên ku ji aliyê malbatên şehîdan ve hatin kirin de hat gotin ku dê bi bîranîna şehîdan ve girêdayî bimînin û mîrasa têkoşîna wan bidomînin.
Hat ragihandin ku li Navenda Komîteya Malbatên Şehîdan heta saet 15.00 dê serxweşî bê qebûlkirin.
Share this content:



Post Comment