SABRÎ OK: PÊVAJO NE DI BENDÊ DE YE, LÊ BI ASTENGÊN GIRÎNG RE RÛ BI RÛ YE

SABRÎ OK: PÊVAJO NE DI BENDÊ DE YE, LÊ BI ASTENGÊN GIRÎNG RE RÛ BI RÛ YE

Endamê Meclîsa Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok di hevpeyvînekê de ku ji rojnameya Avvenire ya Îtalyayê re daye, li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir. Wî got ku pêvajo bi tevahî nehatiye astengkirin, lê cihêrengiyên girîng di nêzîkbûn û nêrînên aliyan de hene ku pêşketina wê dijwar dikin.

Sabrî Ok bal kişand ku ji bo ku aşitî domdar bibe, tenê gavên ewlehiyê ne bes in. Wî got ku pêdivî ye ku gavên eşkere yên demokratîkbûnê werin avêtin û maf û azadiyên demokratîk bên misoger kirin.

Ok diyar kir ku aliyan li ser pêvajoyê xwedî hêvî û nêzîkbûnên cuda ne û ev rewş di pêvajoya muzakereyan de hin astengên girîng diafirîne. Lêbelê wî got ku tevî van dijwariyan, nikare bê gotin ku pêvajo bi tevahî gihîştiye bende.

Li gorî Ok, çareseriya domdar û mayînde tenê bi reformên demokratîk û bihêzkirina atmosfera baweriyê ya navbera aliyan pêk tê. Wî herwiha girîngiya vekirî mayîna kanalên diyalogê jî xist ber çavan.

Sabrî Ok got ku gavên ku di warê demokratîkbûnê de tên avêtin dê hem aştiya civakî bihêztir bikin hem jî alîkariya pêşketina pêvajoya çareseriyê bikin.

Share this content:

Post Comment