NEÇÎRVAN BARZANÎ PEYAMEKE PİŞTGIRIYÊ JI BO PEYMANA AMERÎKA Û ÎRANÊ WEŞAND
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî ragihand ku bi kêfxweşî pêşwaziya peymana ku tê gotin di navbera Amerîka û Îranê de hatiye peyda kirin dike û hêvîdar e ku sepandina serkeftî ya vê pêvajoyê alîkariya aramî û ewlehiya herêmê bike.
Di demekê de ku tê gotin piştî muzakereyên di navbera her du welatan de lihevhatineke pêşîn hatiye bidestxistin û hêvî heye ku di rojên pêş de fermî bibe, Barzanî bang li hemû aliyan kir ku bi ruhê hevkariyê û niyeta baş tevbigerin.
Neçîrvan Barzanî di peyameke ku li ser platforma X weşand de got ku ev peyman dikare alîkariya bihêzkirina aşitî, ewlehî û geşedana aborî li herêmê bike.
Barzanî destnîşan kir ku lihevhatina di navbera Amerîka û Îranê de pêşveçûnek erênî ye û bal kişand ku divê hemû alî ji bo sepandina temam a peymanê helwesteke avaker nîşan bidin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spas û pesnê xwe ji kes û saziyên ku di bidestxistina û piştgiriya vê lihevhatinê de rol girtine re anî ziman û hêvî kir ku hewildanên dîplomatîk rê li ber aramiya domdar a herêmê veke.
Ev daxuyaniya Barzanî piştî ragihandina peymana ku armanca wê kêmkirina tengezariyê di navbera Amerîka û Îranê de û bihêzkirina îstiqrara herêmî ye, hat weşandin.
Share this content:



Post Comment