RUTTE: NATO DÊ HER SANTÎMETREK JI AXA XWE BIPARÊZE

RUTTE: NATO DÊ HER SANTÎMETREK JI AXA XWE BIPARÊZE

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Mark Rutte di daxuyaniyên xwe yên li Zirveya NATO’yê ya li Enqereyê de peyamên hişk ji Rûsyayê re şand. Wî got ku NATO hêza xwe ya parastinê xurttir kiriye û dê bi biryardarî her santîmetrek ji axa welatên endam biparêze.

Di civîna çapemeniyê ya roja duyemîn de, Rutte ji Tirkiyeyê, Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan û gelê Enqereyê re ji bo mêvandariya wan spasî kir. Wî got ku zirveya sala borî li ser plan û armancan bû, lê zirveya Enqereyê ji bo bicihanîna van armancan girîng e.

Rutte diyar kir ku li seranserê NATO’ê lêçûnên parastinê û veberhênan di pîşesaziya parastinê de zêde bûne. Wî got ku di sala vê de rêjeya lêçûnên parastinê nêzîkî sedî 4 gihîştiye û ev pêşketin hem ji ber metirsiya Rûsyayê û hem jî bangên Serokê Amerîkayê Donald Trump pêk hatiye.

Rutte bal kişand ser girîngiya stratejîk a Tengava Hurmuzê û got divê ev rêya deryayî bi tevahî vekirî bimîne. Wî herwiha got ku hêvî dike hemû endamên NATO’yê piştrast bikin ku divê Îran tu carî xwedî çekên nukleerî nebe.

Li ser Rûsyayê jî Rutte got ku hêvî dike di encamnameya zirveyê de Rûsya wekî metirsiyeke demdirêj ji bo axa NATO’yê were qeyd kirin.

Wî diyar kir ku piştgiriya NATO ji Ukraynayê re dê bidome û endam dê sozên piştgiriyê yên demdirêj nû bikin.

Di peyama xwe ya ji Vladimir Putin re de Rutte got: “Ev peymana ku ji 1 milyar kesên li Ewropa, Kanadayê û Amerîkayê pêk hatiye dê her santîmetrek ji axa xwe biparêze. Hûn nikarin NATO têk bibin. Em tenê demokrasî, şêwaza jiyana xwe û axa xwe diparêzin.”

Share this content:

Post Comment