QSD’YÊ NASNAMEYA 5 ŞERVANÊN XWE YÊN ŞEHÎD BÛYÎ RAGIHAND
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya 5 şervanên xwe yên ku li cih û demên cuda şehîd bûne, eşkere kir.
Di daxuyaniya QSD’yê de hate gotin ku ev şervan di meşa xwe ya têkoşînê de nimûneyeke fedakarî û berxwedanê nîşan dane û bîranîna wan dê were parastin û rêya wan dê were domandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku heval Nihad û Ehmed dema erkên xwe yên leşkerî bi cih dianîn şehîd bûn. Heval Mihemed El Ebûd jî di şerên ku sala 2024’an li Minbicê qewimîn de şehîd bû. Herwiha hate gotin ku Xelîl Mihemed û Elî El Ubeyd di berxwedana li dijî êrişên komên girêdayî Şamê de şehîd ketin.
Li gorî agahiyên ku QSD ragihandiye, nasnameya şehîdan wiha ye:
Nîhad Elî, yê ku navê kodê wî Nîhad bû, ji Girê Spî ye û di 21’ê Çileya 2026’an de li Kobanê şehîd bû.
Ehmed Zeirûr, yê ku navê kodê wî Zeirûr Heleb bû, ji Helebê ye û di 11’ê Gulanê 2026’an de li Hesekê şehîd ket.
Mihemed El Ebûd, yê ku navê kodê wî Hemûdî bû, ji Minbicê ye û di 7’ê Kanûna Pêşîn 2024’an de li Minbicê şehîd bû.
Xelîl Mihemed, yê ku navê kodê wî Xelîl bû, ji Efrînê ye û di 17’ê Çileya 2026’an de li Dêr Hafirê şehîd ket.
Elî El Ubeyd, yê ku navê kodê wî Ebû Yûsif bû, ji Minbicê ye û di 17’ê Çileya 2026’an de li Tebqayê şehîd bû.
Share this content:



Post Comment