QSD LI DI DOR TÎŞRÎN BARAJÊ DE LI HEMBERE ÊRÎŞÊN DRONAN BERSIV DA
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihandin ku li dijî êrişên dronan ên ku ji aliyê komên çekdar ên girêdayî rêveberiya Şamê ve li dora Baraja Tîşrîn hatine lidarxistin, bersiv dane.
Navenda Ragihandinê ya QSDê di daxuyaniyeke xwe de got ku hin komên girêdayî Hikûmeta Derbasdar a Sûriyê bi dronên xwekuj herêmê hedef kirine. Li gorî daxuyaniyê, komên “Sultan Murad”, “Sultan Silêman Şah (Emşat)” û “Hemzat” saet 11.00an li dora Baraja Tîşrîn li tesîsekê bi du dronên xwekuj êrîş kirine. Di vê êrîşê de tu şergerê QSDê birîndar nebû.
Di heman rojê de, di saetên 16.00an de jî heman koman herêma Girê Seyriatel bi du dronên xwekuj hedef kir, lê di vê êrîşê de jî tu kuştî an birîndar nehate rapor kirin.
QSD di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li hember van êrîşên dubare di çarçoveya mafê xwe yê parastina xwe de bersiv dane. Li vê çarçoveyê, erebeyeke leşkerî ya bi cureya “Toyota” û her weha xalekê leşkerî yê komên êrîşkar bi topan hatine xistin û hin endamên wan birîndar bûne.
Di dawiyê de hate diyarkirin ku van êrîşan siyasetek tehlûkedar û berdewam e ku ew armanca wan ewlekarî û aramiyê ya herêmê ye.
Share this content:



Post Comment