PJAK BI BÎRANÎNA SALVEGERA ÊRÎŞA KÎMYASALÎ YA SERDEŞTÊ PEYAMEK WEŞAND
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di salvegera 39’emîn a êrîşa kîmyasalî ya li dijî Serdeştê de daxuyaniyek weşand û bi rêzdarî bîra kesên ku jiyana xwe ji dest dane kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş yek ji binpêkirinên giran ên hiqûqa navneteweyî ye.
Di daxuyaniyê de hate bîranîn ku di 28’ê Hezîrana 1987’an de rejîma Baas a Iraqê bi bombeyên gazê hardalê bajarê Serdeştê hedef girt. Hate gotin ku di encama êrîşê de sedan sivîl jiyana xwe ji dest dan û hezaran kes jî ji ber bandorên gazên kîmyasalî bi nexweşiyên demdirêj re rû bi rû man.
PJAK destnîşan kir ku êrîşa Serdeştê berî komkujiya kîmyasalî ya Helebçeyê pêk hat û gelê Kurd bû yek ji yekem gelên ku bû armanca çekên kîmyasalî.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş ne tenê binpêkirina hiqûqa navneteweyî û peymanên qedexekirina çekên kîmyasalî bû, lê herwiha nîşaneya encamên dijwar ên şer li ser sivîlan bû. Herwiha hate gotin ku saziyên navneteweyî li hember vê sûcê bersiveke têrê neda.
Di dawiya daxuyaniyê de bîra qurbaniyên Serdeşt, Zerde û Helebçeyê hate kirin û daxwaz hate kirin ku ev sûc li asta navneteweyî were lêkolînkirin, piştgirî ji qurbaniyan re were dayîn û ji bo nehêlan ku ev trajedî careke din dubare bibe gavên pêwîst werin avêtin.
Share this content:



Post Comment