PARTIYA KOMUNÎST A KURDISTANÊ: “EM PÊŞNIYARA ABDULLAH OCALAN A HIKÛMETA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK DİPIŞTEVANÎ DİKIN”
Rêveberê Şaxa Silêmaniyê ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Bêstûn Kemal ragihand ku partiya wan piştgirî dide pêşniyara “Hikûmeta Yekîtiya Demokratîk” ya Abdullah Ocalan ku li dijî gefên li ser Herêma Kurdistanê hatiye pêşniyarkirin.
Bêstûn Kemal ji RojNews re axivî û got ku kaosa li Rojhilata Navîn bûye sedem ku pirsgirêka Kurdî li Kurdistanê hîn zêdetir giran bibe. Li gorî wî, pêşniyara Ocalan di vê rewşê de xwedî taybetmendiyeke “neteweyî” ye.
Kemal bal kişand ser vê yekê ku tevî ku ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê zêdetirî du sal derbas bûne, hê jî hikûmet nehatiye avakirin. Wî got ku hêzên desthilatdar divê li ser bernameyeke siyasî ya hevpar li hev bikin.
Kemal peyama Ocalan di vê çarçoveyê de rast û li cih dît û got ku hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê divê bi hev re tevbigere.
“JI BO LI HEMBERÎ GEFAN KOMÎSYONEK DIVÊ WERE AVAKIRIN”
Bêstûn Kemal bal kişand ser gefên ku bi taybetî bi rêya Dadgeha Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê berdewam dikin û got ku ji bo vê mijarê divê komîsyoneke hevpar were avakirin.
Kemal got ku heke her du hêzên desthilatdar nikaribin vê komîsyonê ava bikin, partiyên din dikarin pêşengiyê bikin û xebata xwe dest pê bikin.
Wî got: “Wekî Partiya Komunîst em dixwazin hikûmetek were avakirin ku xizmeta gel bike. Armanca peyama Birêz Ocalan ew e ku partî di yekîtiyê de gav bavêjin. Ji ber vê yekê, wekî Partiya Komunîst em ji bo her tiştî amade ne.”
Kemal herwiha got ku ji bo avakirina hikûmetê divê zext li hêzên desthilatdar were kirin û tekez kir ku destkeftiyên li Herêma Kurdistanê ne yên desthilatdar in, lê yên gel in.
Share this content:



Post Comment