KARWANA DUYEM A VEGerê BO SERÊ KANIYÊ: 689 MALBAT RÊ KEFTIN, TENÊ 4-5 MALBATÊN KURD HENE

KARWANA DUYEM A VEGerê BO SERÊ KANIYÊ: 689 MALBAT RÊ KEFTIN, TENÊ 4-5 MALBATÊN KURD HENE

Pêvajoya vegerê ya li Serê Kaniyê (Resulayn) berdewam dike. Îro 689 malbatên koçber ku li kampên derdora Hesekê dimînin, ji bo vegerê li bajar û derdora Serê Kaniyê rê ketin. Hat ragihandin ku di nav karwanê de tenê 4 an jî 5 malbatên Kurd hene.

Di çarçoveya xebatên ji bo vegerandina gelê Serê Kaniyê de, ku nêzî 7 salan e di kamp û şertên koçberiyê de dijîn, karwana duyem a mezin îro dest bi rê kir. Walîyê Hesekê Nureddîn Ehmed ragihand ku hemû amadekariyên vegera nêzî 700 malbatan hatine temamkirin.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê jî piştrast kir ku 689 malbatên li kampê dimînin ji bo vegerê hatine amadekirin. Di destpêkê de 725 malbat navên xwe ji bo vegerê tomar kiribûn, lê hin malbat ji ber sedemên taybet û şertên karê xwe di vê qonaxê de ji vegerê vazgeçiyan.

Hat ragihandin ku pêvajoya vegerê di bin çavdêriya komîteyek taybet de tê meşandin ku ji hêzên ewlehiyê, rêveberên herêmê, nûnerên walîtiyê û rêxistinên herêmî pêk tê. Hat gotin ku hin ji malbatan dê rasterast li navenda bajarê Serê Kaniyê bicih bibin.

LI SERÊ KANIYÊ DI SALA 2019’AN DE KOÇBERIYA MEZIN RÛ DA

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de bajarên Girê Spî (Tel Abyad) û Serê Kaniyê yên Rojavayê ketin bin kontrola Tirkiye û komên çekdar ên di bin rêberiya wê de. Piştî operasyonê, beşeke mezin ji gelê Serê Kaniyê neçar ma ku ji bajarê xwe koç bike.

Li gorî agahiyan, nêzî 200 hezar kes, ango ji sedî 87ê nifûsa bajarê, ji cihên xwe hatin derxistin. Hat îdîakirin ku piştî koçberkirina Kurdên herêmê, mal û gundên wan ji aliyê malbatên komên çekdar, hin malbatên Ereb ên ji derveyî herêmê hatine anîn û malbatên endamên DAÎŞê ve hatine dagirkirin.

Ji bo bicihkirina koçberan li Hesekê û derdora wê kampên Serê Kaniyê û Talaye hatin avakirin.

DI KARWANA VEGerê DE HEJMARA MALBATÊN KURD KÊM E

Avahiya etnîkî ya karwana duyem a vegerê bala kişand. Hat ragihandin ku piraniya malbatên îro rê ketine ji gundewarên rojavayê yên Serê Kaniyê, bi taybetî ji herêma Zirganê, û ji eşîrên Ereb pêk tên.

Rojnamevanê Rûdawê Vîviyan Fetah ragihand ku di nav karwana ku ji 689 malbatan pêk tê tenê 4 an jî 5 malbatên Kurd hene.

Hat gotin ku di 10’ê Tebaxê de karwana yekem a ku ji nêzî 400 malbatan pêk dihat dest bi rê kir. Hin malbatên Kurd ên di vê karwanê de ji aliyê Erebên ku paşê li herêmê hatibûn bicihkirin, rastî êrîşan hatin. Ji ber van êrîşan hin malbat neçar man dîsa vegerin Hesekê û ev bûyer tirs û fikara di nav malbatên Kurd de kûrtir kir.

AMADEKARIYÊN KARWANA SISÊYAN TÊN KIRIN

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku biryara vegerê piştî dabînkirina garantiyên ewlehiyê yên pêwîst hatiye dayîn. Hat gotin ku rêveberî û komîteyên têkildar plan dikin ku pêvajoya vegerê berdewam bikin.

Piştî gihîştina karwana duyem a Serê Kaniyê, tê hêvîkirin ku amadekariyên ji bo organîzekirina karwana sêyem a koçberan dest pê bikin.

Share this content:

Post Comment