LI ÊLIH Û ENQEREYÊ JI BO GERÎLAYÊN ŞEHÎD BÎRANÎ HATIN LI DARXISTIN: “ŞEHÎDÊN ME RÛMETA ME NE”
Ji bo gerîlayên HPG/YJA Star ên şehadeta wan hat ragihandin, li Êlih û Enqereyê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” hatin gotin û posterên gerîlayan û Abdullah Ocalan hatin vekirin.
Li Êlihê, bi pêşengiya MEBYA-DER’ê, ji bo gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd bûne bernameya bîranînê hat destpêkirin. Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatiyan beşdarî bernameyê bûn.
Di bîranînê de ku li Mala Sersaxiyê ya 19’ê Gulanê li taxê 19’ê Gulanê hate lidarxistin, posterên Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd bûne hatin vekirin.
Bername bi sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berdewam kir.
LI ENQEREYÊ JÎ BÎRANÎ HAT LI DARXISTIN
Platforma Saziyên Demokratîk jî li avahiya Rêxistina Parêzgeha Enqereyê ya Partiya DEM ji bo gerîlayên şehîd bîranînek li dar xist.
Salona ku bername lê hate lidarxistin bi postera Abdullah Ocalan, wêneyên kesên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne û cilên zer, sor û kesk hat xemilandin. Li salonê pankarteke bi nivîsa “Şehîdên me rûmeta me ne” hat daliqandin.
Bîranîn bi xwendina duayê dest pê kir û paşê ji bo bîranîna şehîdan sekinîna rêzê hate kirin. Di bernameyê de sloganê “Şehîd namirin” hat gotin û beşdaran serxweşiya xwe ji malbatên şehîdan re ragihand.
Hat ragihandin ku bernameya bîranînê dê heta saet 17.00 berdewam bike.
Share this content:



Post Comment