PAJK: EM BI “QANDIL PRESS” RE TI PEYVEK NIN E
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniyeke de ragihand ku bi rûpela “Qandil Press” re ti girêdanek wan tune ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev rûpel ne ji aliyê rêxistinî, ne jî ji aliyê fikirî û medyayî ve bi PJAK an jî Tevgera Azadiya Kurdistanê re têkildar e.
Her wiha hat diyarkirin ku ev rûpel hewl dide ku raya giştî bixe xwarê û bi karanîna navê “Qandil Zaferi” agahiyên şaş belav bike.
PJAK bal kişand ser ku daxuyaniyên fermî tenê ji rêya kanalan wan ên fermî têne belavkirin.
Share this content:



Post Comment